Li Eyn Îsa ji ber xebatên li stasyonê, av qut bû

Li Eyn Îsa, Meclisa Sivîl a Reqayê stasyona El-Zehra û pirên kanala Belîxê sererast dike. Ji ber xebatê ava Eyn Îsa qut bûye. Şêniyan ji ber qutbûna avê giliyên xwe rakirin şaredariyê û şaredariyê jî giliyên gel rakirin Meclisa Sivîl a Reqayê.

Li Eyn Îsa ji ber xebatên li stasyonê, av qut bû
Li Eyn Îsa ji ber xebatên li stasyonê, av qut bû
Li Eyn Îsa ji ber xebatên li stasyonê, av qut bû
Li Eyn Îsa ji ber xebatên li stasyonê, av qut bû
Li Eyn Îsa ji ber xebatên li stasyonê, av qut bû
25 ÇILE, 2019   10:04

EHMED KIMYAN- TIRKÎ EL-KALIT / GIRÊ SPÎ

Stasyona El-Zehra ya Eyn Îsa û gundewarên wê ji ber xebata sererastkirinê hat rawestandin. Ji ber rawestandina stasyonê pirsgirêka avê li Eyn Îsa ya Girê Spî zêde bûye.

Meclisa Sivîl a Reqayê pirên kanala Belîxê û stasyona El-Zehra sererast dike. Ji ber wê jî ava navçeyê qut bûye.

Şaredariya Eyn Îsa bi dehan giliyên şêniyên navçeyê wergirtin. Ji bo ku şaredarî pirsgirêkê çareser bike, dê avê bi sarincan bigihîne gel. Şaredariyê ji dema qutbûna avê ve 2 sarinc amede kirin da ku 24 seatan avê li şêniyan belav bike, lê dîsa jî nikarin pêwîstiya şêniyan bi tevahî pêk bînin.

Girêdayî mijarê şêniyê bi navê Xalid El-Hemad destnîşan kir ku ew pir bi zehmetî ava vexwarinê peyda dikin û wiha got: “Em hezar lître av bi hezar lîreyan dikirin.”

Hevseroka Komîteya Avê ya Şaredariya Gel a Eyn Îsa Hela El-Nezal destnîşan kir ku kantonê sarincek ji bo 3 rojan da wan, lê têrê nake.

Hela diyar kir ku stasyona Bîr El-Felîha, 15 gundên li rojavayê Eyn Îsa û ji sedî 25 pêwîstiyên navçeyê pêk tîne û wiha got: “Lê ev têrê nake. Şaredariyê gelek xwestek rakirine, ji bo zêdekirina seatan û zêdekirina jeneratoreke din. Piraniya rêxistinên ku av dida navçeyê, veguhestin Reqayê piştî xebitandina stasyona El-Zehra.”

Hela El-Nezal bang li Meclisa Sivîl a Reqayê û rêxistinên mirovî kir ku sarincan bidin wan da ku bikarin pêwîstiyên gel pêk bînin.

(dh)

ANHA