Wê Leyla Guven çalakiya xwe berdewam bike

Hevseroka Giştî ya  HDP’ê Pervîn Bûldan li ser rewşa Leyla Guven daxuyanî da û wiha got: “Biryara dadgehê erêniye. Em ê Leyla bibin mala wê û dê çalakiya xwe berdewam bike.”

Wê Leyla Guven çalakiya xwe berdewam bike
25 ÇILE, 2019   10:33

NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Giştî ya KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrg Leyla Guven, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 79 roj in di greva birçîbûnê de ye. Leyla ya ku bi hinceta “Rêxistina çekdarî avakirin û rêvebirinê”, “Propogandaya rêxistina terorê kirin” û “Li dijî zagona 2911’an muxalefetkirin” habitû girin. Îro rûniştina 5’emîn li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Bê ku kes tevlî rûniştinê bibe, dadgehê biryara tehliyeya bi şertê qedexekirina derketina ji derveyî welat da.

Leyla bi ambûlansa ku şandin ber deriyê Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku Leyla lê dima, derxistin. Leyla ji wir birin mala wê ya li taxa Bagcilar a girêdayî navçeya Rezan a Amedê .

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan daxuyanî da û wiha got: “Biryara dadgehê erêniye. Wê Leylayê bibin mala wê û dê Leyla çalakiya xwe berdewam bike.”