Rewşa koçberên astengdar ên Kampa Eyn Îsa

Koçberên astengdar ên kampa Eyn Îsa ji ber îmkanên kêm di warê tenduristiyê de, bi gilî û gazinc in. Li gel paşguhkirina rêxistinên mirovî û desteka kêm ku ji aliyê rêveberiyê re tê pêşkêşkirin, rewşa koçberan dijwartir dibe.

Rewşa koçberên astengdar ên Kampa Eyn Îsa
Rewşa koçberên astengdar ên Kampa Eyn Îsa
Rewşa koçberên astengdar ên Kampa Eyn Îsa
25 ÇILE, 2019   09:14

EHMED EL-KIMYAN - TIRKÎ EL-KALIT / GIRÊ SPÎ

Cureyên astengdariyê ku rêveberiya Kampa Eyn Îsayê belge kirine, astengdariyên mêjî, guh, çav, qutbûna organan û hwd e. Li gorî belgeyên rêveberiya kampê, hejmara koçberên astengdar 263 e. 78 kes astengdarên mêjî, jê 47 kes kêmtirî 18 saliyê û 31 kes ji 18 saliyê mezintir in. 185 astengdarên cuda ji bihîstin, dîtin û qutbûna organan hene, jê 28 kes ji 18 saliyê biçûktir in û 157 kes jî ji 18 saliyê mezintir in.

Pêwîstiya wan koçeberan bi alîkariyên mîna kursî, sifinc, berguhk, derman û hwd heye da ku astengdariya xwe derbas bikin.

Li gorî rêveberiya kampê di nav kampê de 4 rêxistinên mirovî têkildarî van halatan hene. Rêxistinên li kampê ev in; Inqaz El-Tifil, IRC, Hindî Kab, El-Qibe. Li gorî koçberên astengdar ku li gel ajansa me axivîne, alîkariyên ku ew rêxistin pêşkêş dikin, têra pêwîstiya wan nakin.

Koçberê bi navê Meşhûr El-Weka ji navçeya El-Mew a gundewarên Dêrazorê koçber bûye û li kampê bi cih bûye. El-Weka wiha got: "Nêzî salekê ye em koçber bûn û li kampê bi cih bûn. Ji ber nexweşiya şekir û ji ber tunebûna derman, her du lingên min qut bûn. Beriya 2 mehan jî ez kor bûm."

Meşhûr El-Weka bal kişand ku rêxistinan tenê kursiyek ji wî re pêşkêş kiriye lê ji rewşa tenduristiya wî re hewcedariya wî bi dermanan heye. Ji ber ku piştî dijwarbûna rewşa wî êdî tu sûdê ji kursiyê wernagire. El-Weka bang li rêxistinên têkildarî kar û barên tenduristiyê kir ku dermanên pêwîst ji bo nexweşiya wî pêşkêş bikin.

Girêdayî heman mijarê koçberê bi navê Mihemed El-Micûd tekez kir ku ew ji biçûkahiya xwe ve di encama derziyekê de bi felca nîvê laş ketiye. El-Micûd bavê 16 zarokan e û diyar kir ku heta niha rêxistinên têkildar alîkariya wî nekirine.

Mihemed El-Micûd bang li rêxistinan kir ku ji jina wî re karekî peyda bikin da ku debara malbata xwe bike.

Rêveberiya Kampa Eyn Îsa li gorî derfetên xwe hewl dide derfetên kar ji koçberên astengdar re peyda bike.

Tevî ku gelek rêxistin di nav kampê de kar dikin û alîkariyê pêşkêş dikin, lê alîkariyên wan li hember pêwîstiyên sereke yên koçberan di hemû waran de bi taybet ên astengdar, kêm dimînin.

(şx)

ANHA