Heyva Sor a Kurd… xebatên tenduristiyê û planên pêşerojê

Heyva Sor a Kurd dixebite û rojane xebatên tenduristiyê ji şêniyên Reqayê re pêşkêş dike. Her wiha plan dike ku dibistanekê ji bo hemşîretiyê veke û Nexweşxaneya Heyvê berfireh bike.

Heyva Sor a Kurd… xebatên tenduristiyê û planên pêşerojê
Heyva Sor a Kurd… xebatên tenduristiyê û planên pêşerojê
Heyva Sor a Kurd… xebatên tenduristiyê û planên pêşerojê
Heyva Sor a Kurd… xebatên tenduristiyê û planên pêşerojê
Heyva Sor a Kurd… xebatên tenduristiyê û planên pêşerojê
25 ÇILE, 2019   08:46

XALID EL-CUMA / REQA

Heyva Sor a Kurd li bajarê Reqayê di 11`ê Adara 2018`an de yekemîn navenda xwe li taxa El-Cezra aliyê  vekir. Navend bi navê El-Reşîd hate binavkirin. Di navendê de beşên jin, zarok, destwerdana lezgîn, zayîna xwezayî û ya niştergeriyê hene.

Piştî vegera jiyana asayî ji taxên bajarê Reqayê re, hejmara kesên ku serdana navenda Heyva Sor a Kurd dikirin zêde dibûn. Ji ber wê navendek din li taxa Seyf El-Dewle li navenda bajêr vekir û ji heman beşan pêk tê. Lê destkeftiya mezin a ku hatiye bidestxistin, vekirina Nexweşxaneya Heyvê ye. Di nexweşxaneyê de beşên jin, niştergerî, 8 qetremîzên pitikan û gelek odeyên pêşwzîkirina nexweşan hene.

Beşa tîma gerok a Heyva Sor a Kurd li tevahiya taxên bajêr digere û şîretên girêdayî zaynê dide jinên ducanî.

Heyav Sor a Kurd li tevahiya navendên xwe bê pere derman li nexweşan belav dike. Bi dehan ambulans girêdayî Heyva Sor a Kurd in û li tevahiya navendan hatine belavkirin. Di rewşên awarte de hertim amade ne.

Girêdayî mijarê endamê rêveber ê Heyva Sor a Kurd ê navenda El-Cezra Munîr Hisên destnîşan kir ku warê tenduristiyê ji girîngtirîn waran e. Li bajarê Reqayê ji ber teqîna mayinan û şer gelek nexweş hene, ji ber wê ji erka heyvê ye ku alîkariya şêniyan bike.

Hesên di nav gotinên xwe de destnîşan kir ku Heyva Sor a Kurd 24 saetan di warê destwerdana lezgîn de dixebite. Lê beşên din dewamek îdarî dixebitin.

Munîr Hesen plansaziyên heyvê yên pêşrojê bi bîr xistin û got: "Em ê hewl bidin qata duyem a nexweşxaneyê bi armanca berfirebûnê sererast bikin. Li gorî wê dê di nexweşxaneyê de hejmara odeyên nexweşan û niştergeriyê zêde bibin. Her wiha em ê dibistana hemşîretiyê ya berê vebikin da ku dewreyên perwerdekirina hemşîretiyê bidin xwendekarên ku di encama şerên ku li bajêr rû dane de, ji xwendina xwe qut bûne."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Heyva Sor a Kurd di pêngava rizgarkirina Reqayê de li rex QSD`ê bû. Du navendên wî li rojhilat û rojavayê Reqayê hebûn. Di her navendekê de 6 ambulans hebûn. Her du navend destwerdanên lezgîn pêşkêşî sivîl û leşkeran digirin û wan vediguhestin nexweşxaneyên taybet.

(şx)

ANHA