Polîs nahêlin kes pêşwaziya Leyla Guven bike

Polîsên Tirk girtîgeha Amedê dorpêç kirine û nahêlin kes here pêşiya Leyla Guven.

Polîs nahêlin kes pêşwaziya Leyla Guven bike
25 ÇILE, 2019   08:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Giştî ya KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrg Leyla Guven, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 79 roj in di greva birçîbûnê de ye. Dadgehê îro biryara berdana Leya Guven da. Polîsên Tirk ên dor li girtîgeha ku Amedê ku Leyla Guven lê ye girtine û nahêlin kes nêzî girtîgehê bibe.

Polîsan pêşî li kesên ku dixwazin biçin pêşiya Leyla Guven girtin û ji bilî keça wê Sabîha Temîzkan, nahêlin kes xwe nêzî girtîgehê bike.

Sabîha Temîzkan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev mesaj parve kir: "Ez li ber girtîgehê me. Tenê destûrê didin min û xizmên girtiyan ên ji bo hevdîtinê hatine. Dor li girtîgehê hatiye girtin. Destûr nadin wekîlên HDP'ê jî ku bên pêşiya dayika min. Ez ê bi tenê dayika xwe pêşwazî bikim."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û wekîlên HDP'yî jî çûn ber girtîgehê. Destûr nayê dayin ku bikevin hundir.

Her wiha destûr ji rojnamevanan re nayê dayin ku ji nêz ve dîmen bikişînin.