Şehîd Mihemed Hûrîk; xwediyê vîna bi hêz

Şehîd Mihemed Hûrîk yek ji damezrînerên Yekîneya Parastina Gel (YPG) li Helebêye. Wateya rastîn a têkoşîna bi şeref li hember terorê ango çeteyên artêşa Tirk a dagirker nîşan da û xwediyê vê gotinê ye: "Ji bo me çek sivik be yan jî giran be negirîng e, em ê bi vîna xwe xaka xwe biparêzin."

Şehîd Mihemed Hûrîk; xwediyê vîna bi hêz
Şehîd Mihemed Hûrîk; xwediyê vîna bi hêz
Şehîd Mihemed Hûrîk; xwediyê vîna bi hêz
Şehîd Mihemed Hûrîk; xwediyê vîna bi hêz
Şehîd Mihemed Hûrîk; xwediyê vîna bi hêz
Şehîd Mihemed Hûrîk; xwediyê vîna bi hêz
Şehîd Mihemed Hûrîk; xwediyê vîna bi hêz
Şehîd Mihemed Hûrîk; xwediyê vîna bi hêz
25 ÇILE, 2019   05:20

MIHEMED EBDO/HELEB

Mihemed Hûrîk an jî Bavê Rewan, fermendarek xwedî nirxên baş e û kurê Heleba berxwedêr e. Şehîd Mihemed rêya têkoşînê hildibjêre, Bi baweriya felsefeya Ocalan vîna xwe xurt dike û li hember êrîşan dibe dîwarek asê.

Jiyana wî beriya tevlêbûnê

Şehîd Mihemed Hûrîk bi nasnav Demhat di sala 1978`an de li gundê Qirigulê yê navçeya Bilibilê ya girêdayî Kantona Efrînê çavê xwe li dine vedike. Malbata Hûrîk ji 5 endaman pêk tê. Mihemed jî yê mezin di malbatê de ye.

Têkoşer Mihemd ji zarokatiya xwe ve li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi cih dibe, xwendina xwe ya seretayî di dibistana taxê diqedîne. Li gorî gotinên malbatê, Mihemed pir ji xwendinê hez nedikir û ji ber aboriya malbatê ya nebaş, ji xwendinê qut dibe û dest bi kar dike.

Mihemed di 13 saliya xwe de di dikana firotina parçeyên guhertinê de li herêma El-Şiqyf kar dike. Piştî çend salan ji kar, tevî birayê xwe dikanek vedike û di herêma pîşeyê de dibin bazirgan.

Birayê şehîd Mihemed, Mahir behsa kesayeta Mihemed dike: "Bi ked û exlaqê xwe navê malbatê bilind kir. Birayê min ê mezin e. Şehadeta wî li me gelek dijwar bû. Lê her kesek eger ne têkoşer be nikare bighêje asta şehadetê."

Bi başbûna rewşa aborî ya malbatê re Mihemed dizewice. Ji hevsera wî ya yekemîn 3 zar û ji ya duyemîn 2 zarên wî hene. Yanî 3 keç û 2 kur.

Tevlêbûna nav refên YPG`ê û têkoşîna wî

Beriya destpêkirina şoreşa Rojava di 19`ê Tîrmehê de, Mihemed tev li refên avakerên destpêkê yên YPG`ê sala 2011`an dibe. Bi destpêka çirûska  şoreşê li Kobanê di sala 2012`an de, wê demê Mihemed ciwanên taxê amade dikir da ku avakirina YPG`ê ya Helebê ragihînin û di sala 2012`an de di nav refên wê de dibe fermendar.

Di dirêjahiya 5 salan de şehîd Mihemed tev li hemû şerên ku li taxê rû dane dibe, têdikoşe û şehîd dikeve. Wekî êrîşên sala 2012 ên koma Lîwa Şuheda çeteyên artêşa Tirk a dagirker bi serkêşiya çete Xalid Heyanî.

Piştî şikandina êrîşan li dijî taxê, Cebhet El-Nusra bi hevkariya 27 komên din bi desteka istixbarata Tirkiyê carek din di bin gelek navan de êrîşî taxê dikin.

Şehîd Mihemed bi însiyatîfa xwe tevî hevalên xwe berê xwe didin eniyên şer ên xeter da ku êrîşan bişkînin. Mihemed bi israra xwe cih di eniyê gundê Pino digire. Ev enî ji ber cihê wî yê stratejîk li ser riya Kastêlo û Seken El-Şebabî yê ku di bin destê çeteyan de bû, gelek xeter bû.

Hevalê şehîd Mihemed heval Cemîl Doşka girêdayî giyana wî ya fedayetî ev tişt anî ziman: "Şehîd Mihemed lehengek bû û tu carî em pê nedihesandin ku ew fermendar e. Di danûstandinên xwe de tu cudahî nedixistinê. Mînaka hevalê rastîn bû û ji bo parastina hevalên xwe mirin dida pêşiya xwe. Heger ku pirsa moralê bilind ji min bike, ez ê bêjim te şehîd Demhat mînak e."

Dest ji doza xwe bernade û di wê rêya de şehîd dikeve

Şer li eniyê gundê Pino piştî ku çeteyan tank bikar anîn, dijwar dibe. Şehîd Mihemed xwest ku li eniyê cih bigire da ku êrîşan bişkîne, ji ber ku di avêtina fuzeyên dijî tankan de pispor bû. Şehîd Mihemed piştî ku 8 fuze avêtin, êrîşên çeteyan dişkîne. Lê di encama neguhertina cihê avêtina fuzeyan de, çeteyan bi fuzeyekê herarî cihê wî dikin hedef û ew di Nîsana 2016`an de şehîd dikeve.

Dayika şehîd Mihemed, Emîne ku rondik ji çavên wê xwar dibin behsa kêliya şehadeta kurê xwe dike: "Di navbera saet 10:00 û 12:00 an de, ez tengav bibûm û bi badanekê di dilê xwe de hesiyam. Ez pê hesiyam ku kurê min ne baş e. Hema bi lez ez çûm noqteya tenduristiyê ya tekane li taxê. Min hewl da xwe bighihînim wî lê ji ber pirbûna hejmara birîndaran min ew nedît. Piştî wê ez vegeriyam mal, lê bi malbata şehîdan ez matmayî mam. Ji min re gotin kurê te şehîd ketiye. Wê demê ez gelek êşiyam. Lê ez bi wî û kirinên wî serbilind im."

Bîranînên wan mayînde ne

Dema mirova di nav kolanên taxa Şêxmeqsûd de bigere û pirsa şehîd Demhat ango Bavê Rewan bike, mirova lehengiya wî nas dike. Şênî wî bi lehengê cengawer wesif dikin. Her wiha wêneya wî li nêzî mala wî hatiye daliqandina da ku bîranîna wî hertim di rûpelên dîrokê de mayînde bimîne.

(şx)

ANHA