ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-01-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-01-2019
25 ÇILE, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê, ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên navçeyên Girkê Legê, Dêrik û Til Koçer sersaxiyê ji malbatê şehîdê QSD‘ê Alan re dixwazin. Şêniyên navçeya Tirbespiyê sersaxiyê ji malbata şehîdê QSD‘ê Dilşêr re sersaxiyê dixwazin, konê sersaxiyê li gundê Qisûrkê tê vedan, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêxistina PYD‘ê ya navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo kongreya xwe ya sêyemîn li hola Roj li dar dixe, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şehîd Mihemed Hûrîk yek damezrînerên Yekîneya Parastina Gel a Helebê bû ye. Wateya rastîn a têkoşîna bi şeref li hember terorê ango çeteyên artêşa Tirk a dagirker nîşan da û xwediyê vê gotinê ye: "Ji bo me çek sivik be yan jî giran be negirîng e, em ê bi vîna xwe xaka xwe biparêzin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji fermandarên QSD‘ê Simko Şîkakî got, Şerê Tinekirina Terorê roj bi roj nêzî armancê xwe dibe û teqez kirin ku hêzên wan ji bo rizgarkirina sivîlan baldar in û li ser soza xwe ne ku herêmê ji zulma DAIŞ‘ê xilas bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Beriya 5 salan bû, navê berxwedana Kobanê li tavahî cîhanê belav bû. Heta niha jî şopên berxwedana bê hempa ya ku Kobanê ji destê tarîtiya serdemê rizgar kirî, zindî ne.Di kolanên Kobanê de nivîsên ji destê şehîdan û keskesorên şervanan tên dîtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kampa Holê 5 hezar û 257 malbatên ji bajarokên Hecîn û Baxozê ku şervanên QSD‘ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de ew rizgar kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rûspiyê êla El-Henada Îbrahîm El-Îsa got, berxwedana Kobanê bi saya vîn û israra şervanên wê ket dîrokê û got: "Bi saya wê herêmên me ji terorê rizgar bû û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê berxwedana bêhempa jî bîr nake." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Di sala sêyemîn a aloziya Sûriyê de hêzeke tarî ya nû bi navê DAIŞ`ê derket û berê şerê li Sûriyê guherand. Niha em çend salan şûnde vegerin da ku em bibînin çawa şer li ser axa Sûriyê dest pê kir, çawa DAIŞ derket û di şer û berxwedana Kobanê de çi qewimî ku ew şer bû binketina yekemîn a DAIŞ`ê. Di çaremîn salvegera rizgarkirina bajarê Kobanê de, vê berxwedanê bandoreke çawa li cîhanê kir? (BI WÊNE).

JIN

- Hiqûqnasên jin ên Ereb ên Kantona Şehbayê, greva birçîbûnê ya Leyla Guven di girtîgehên Tirkiyê de wekî yek ji mafên azadiya revakirinhesibandin. Her wiha teqez kirin ku êdî bûye erka dewleta Tirk ku greva wê ber çavan re derbas bike û daxwazên wê bîne cih. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Şêniyên navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê ji ber qutbûna avê gelek caran gilîname pêkêşî şaredariya navçeyê kiribûn, ji aliyê xwe ve şareariyê daxwaza alîkariyê li Meclisa Sivîl a Reqayê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Heyva Sor a Kurd rojane xizmetên tenduristiyê bi hemû beşê xwe jin, zarok û hundirîn pêşkêşî şêniyên Reqayê dike. Her wiha plan dike ku dibistanekê ji bo hemşîretiyê vebike û nexweşxaneya Heyvê berfireh bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên astegdar ên Kampa Eyn Îsayê ji ber kêmbûna derfetên tenduristiyê bi gilî û gazinc in, rêxistin mirovî rewşa wan paşguh kirin û derfetên rêveberiyê jî kêm e wan û kêm desteka ku ji rêveberiya re têne pêşkêşkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA