Li kolanên Kobanê nivîs û keskesorên bîranînên şehîdan

Beriya 4 salan bû, navê berxwedana Kobanê li tavahî cîhanê belav bû. Heta niha jî şopên berxwedana bê hempa ya ku Kobanê ji destê tarîtiya serdemê rizgar kirî, zindî ne.Di kolanên Kobanê de nivîsên ji destê şehîdan û keskesorên şervanan tên dîtin û berxwedanê zindî dike.

25 ÇILE, 2019   06:41

HÊVÎDAR HERANÎ / KOBANÊ

4 sal li ser berxwedana Kobanê ku li cînahê belav bû re derbas bû. Li hemberî êrîşên herî dijwar, çeteyên DAIŞ’ê yên hovên serdemê, berxwedaniyek bê hempa hat meşandin. Vê berxwedanê 134 rojan berdewam kir. Bajarê ku berxwedaniya wî di cîhanê de deng veda, di encama hovîtiya çeteyan de kavil bû. Rexma hemû êş û wêrankirinê jî di 26’ê Çileya 2014’an di encama berxwedana şervanên YPG/ YPJ û gel de Kobanê rizgar bû. Berxwedan ew qas bi nav û deng  bû ku 1’ê Mijdarê bû Roja Kobanê ya Cîhanî.

Piştî rizgarkirina Kobanê, gelê wê vegeriyan malên xwe û bajarê xwe ji nûve ava kirin. Di nava 4 salan de gelek guhertin li bajarê Kavilkirî çêbûn. Lê hîn jî şopên berxwedanê di singa Kobanê de mane û ew şop didin nîşanî me ku berxwedanek çawa hatiye dayîn. Kobanê ya ku bûye sembola berxwedanê her kes wê mereq dike.  Kesên ku derbasî Kobanê dibin, tenê daxwaz dikin ku cih û şopên berxwedanê bibînin.

Di kolanek a muzexeneya Kobanê de çîrokek berxwedaniyê vedibêje. Her derek ku mirov pê de diçe bîranînên şehîdan tên dîtin.  Di heman demê de moral û rengê berxwedanê diyar dike, di her kolanekî de bêhna berxwedana gel û şervanan tê. Li ser dîwaran nivîsa destê şehîdan û çiwalên bi desmalên keskesor ên destmalên şervanan hatine girêdan.

Her şehîdek û şervanekî şopên berxwedana xwe li kolanên Kobanê hiştine û her kesê ku diçe Kobanê dixwaze bîranînên berxwedanê bibîne.

(bm)

ANHA