Eşîreyên Tebqayê: Divê hesab ji kesên li pey tevliheviyê were xwestin

Rûspiyên Tebqayê bi daxuyaniyekê teqez kirin ku pêwîste kesên li peyî tevliheviya li bajaroka Mensûrayê werin muhasebekirin û piştgiriya xwe bi QSD‘ê re anîn ziman

Eşîreyên Tebqayê: Divê hesab ji kesên li pey tevliheviyê were xwestin
24 ÇILE, 2019   19:32

TEBQA

Rûspiyên Ereb ên herêma Tebqayê têkildarî bûyerên duh li bajaroka Mesnûrayê rû dabû li gel rêveberên saziyên sivîl û leşkerî yên herêmê rûniştin. Civîn li avahiya Meclisa Lihevanînê ya bajaroka El-Mensûrayê pêk hatibû. Rûspiyan piştî civînê daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê serokeşîrê El-Suxne û endamê Meclisa Rûspiyan Şêx Fewaz El-Beg ve hate xwendin.

Şxê Fewaz bi navê rûspiyên herêma Tebqayê sersaxî ji malbata "Zên Hamid El-Zên" re xwest ê ku di encama nêzîkatiyeke şaş de li ser bendên kontrolê yên bajaroka Mensûrayê wefat bibû û bûyerên duh pêk hatibûn şermezar kir.

Şêx Fewaz gotin "Em bûyera tevliheviyê ku ji ailyê kesên ne berpirsyar ve pêk hatibû şermezar dikin. Ev kiryar ne exlaqî ye û helwestên eşîrên herêmê temsîl nake. Em li herêmên xwe bi ewle dijîn, çi dibe bila bibe em destur nadin ku kesên ku ewlehiya herêmê xirab bike."

Şêx Fewaz daxwaz ji aliyên têkildarî kir ewlehiya destkeftiyên bi berdêlên giran û buha hatine bidestxistin biparêze û hesab ji kesên li pey van tevliheviyan bixwaze.

Şêx Fewaz di dawiya daxuyaniyê de got "Piştî em ji terorê xilas bûnee, em hewl didin danûstandinên Sûrî-Sûrî pêk bînin ku mafê hemû pêkhateyên Sûriyê ji bo avakirina Sûriyeke yekbûyî û demokratîk mîsoger bike. Em teqez dikin ku em piştgiriyê didin Hêzên Sûriyeya Demokratîk di bin sîwana Meclisa Sûriyeya Demokratîk."

ANHA