Bagera Cizîrê: QSD‘ê pêşde diçe, komeke din a çeteyan xwe radest kirin

Şervanên QSD‘ê li eniya Baxoza Jorîn deverên nû ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin. Hate gotin ku hejmarek din ji çeteyan xwe radestî QSD‘ê kirin.

Bagera Cizîrê: QSD‘ê pêşde diçe, komeke din a çeteyan xwe radest kirin
Bagera Cizîrê: QSD‘ê pêşde diçe, komeke din a çeteyan xwe radest kirin
Bagera Cizîrê: QSD‘ê pêşde diçe, komeke din a çeteyan xwe radest kirin
Bagera Cizîrê: QSD‘ê pêşde diçe, komeke din a çeteyan xwe radest kirin
Bagera Cizîrê: QSD‘ê pêşde diçe, komeke din a çeteyan xwe radest kirin
24 ÇILE, 2019   17:17

DÊRAZORÊ

Li eniya Baxoza Jorîn şerên giran di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ‘ê de rû dide. Şervanên QSD‘ê gelek bajarok, gund û sivîl ji çeteyan rizgar kirin, her wiha êrîşên çeteyan ên li ser nuqteyên şervanan şikandin.

Nûçegihanên me yên ku Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê dişopînin ragihandin ku şervanên QSD‘ê li eniya Baxoza Jorîn êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê li ser nuqteyên  şervanan şikandin û deverên nû û gelek sivîl ji çeteyan rizgar kirin.

Hate ragihandin ku di saetên nîvro de komeke din a çeteyên DAIŞ‘ê ku piraniya wan biyanî ne xwe radestî QSD‘ê kirin.

Şervanê QSD‘ê Kamîran Hesekê diyar kirin ku şerê wan ên li dijî çeteyan li gundê Baxozê giran e û çete hemû cure çek bi kar tînin.

Kamîran destnîşan kir ku wan dest bi xebatên paqijkirina rê û deverên ji aliyê çeteyan ve hatine mayînkirin kirine da ku sivîlan xilas bikin.

ANHA