Li Reqa û Dêrazorê cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin

Şêniyên herêma El-Kerama cenazeyê şehîdê QSD‘ê Ebû Xetab û şêniyên herêma Ebû Xeşeb jî cenazeyên şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Meter, Ebd û Zuhêr  ku li Dêrazorê şehîd bibûn veşartin.

24 ÇILE, 2019   17:04

REQA

Bi sedan şêniyên herêma El-Kerama ya girêdayî bajarê Reqayê bi armancê oxirkirina cenazeyê şervanê QSD‘ê Ehmed Ebid El-Misîr ê li qada Selamayê kom bûn. Girseya gel piştî ku cenaze ji Saziya Malbatên Şehîdan wergirtin bi kerwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Sêvdar a bajarê Cidêdat ve bi rê ketin.

Merasîmê oxirkirinê bi deqeyeke rêzgirtin û torana leşkerî ya şervanên QSD‘ê dest pê kir. Piştre bi navê Saziya Malbatên Şehîdan endamê saziyê Ehmed El-Suhêl, bi navê QSD`ê Fermandar Ebû Casim El-Reqawî û bi navê Meclîsa Sivîl a  Reqayê hevserokê meclisê El-Mişeleb El-Derwîş axivîn.

Kesên axivîne sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û destanîşan kirin ku şehîdan tiştê herî buha dan heta  Reqa û Dêrazorê ji terorê rizgar kirin. Her wiha hate gotin, tevî zextên derve li ser Bakurê Sûriyê  bi armanca astengkirina şerê li dijî terorê şervanên QSD‘ê li ber xwe didin.

Axaftivanan soza şopandina rêya şehîdan nû kirin.

Saziya Malbatên Şehîdan nasnameya şehadetê ya şehîd xwend û radestî malbatê kirin.

Cenazeyê şehîd Ebû Xetab di nava tilîliyên dayikan û dirûşmeyan hate veşartin.

DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên herêma Ebû Xeşeb a girêdayî bajarê Dêrazorê cenazeyê 3 şehîdên Hêzên Erka Xweparastinê li goristana Şehîd Xidir El-Hemadî ya Ebû Xeşeb veşartin.

Şêniyan cenazeyên şehîdan Meter Necim El-Deham, Ebd Osman El-Casim û Zuhêr Feyad El-Feyad ên di Şerê Tinekirina Terorê  de şehîd bûbûn, ji deriyê ketina herêma Ebû Xeşeb wergirtin û bi kerwanekî bi heybet berê xwe dan goristana Şehîd Xidir El-Hemadî.

Li goristanê jî girseya gel deqeyeke rêz ji bo bîranîna şehîdan rawestiyan û ji aliyê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Bi navê Meclisa Zagonsaz a Dêrazorê endamê meclisê Xelef El-Esed axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û hate gotin, "Em bi ciwanên xwe serbilind in, ew lehengîn rasteqîn in, bi saya wan em serbilind in."

Ji fermandarên Hêzên Erka Xwe Parastinê Selim soza şopandina rêya şehîdan ta rizgarkirina hemû herêman ji terorê da.

Piştre nasnameya şehîd ji hêla Rêveberiya Saziya Malbetên Şehîdan Wefa Celal ve hatin xwendin û radestî malbeta şehîdan  hata kirin.

Di dawiya marasîmê de nimêj li ser cenazeyan hate kirin û di nava tilîliyên dayikan û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin veşartin.

(dh)

ANHA