Jinên Tebqayê waneyan li ser destwerdana lezgîn hîn dibin

Bi tevlîbûna 30 jinan dewreyeke perwerdeyê ya destwerdana lezgîn hate vekirin.

Jinên Tebqayê waneyan li ser destwerdana lezgîn hîn dibin
Jinên Tebqayê waneyan li ser destwerdana lezgîn hîn dibin
Jinên Tebqayê waneyan li ser destwerdana lezgîn hîn dibin
Jinên Tebqayê waneyan li ser destwerdana lezgîn hîn dibin
24 ÇILE, 2019   18:16

TEBQA

Bi aramanca xurtkirina naskirina jinan ji çanda tenduristiyê, Rêveberiya Jin û Yekîtiya Jinên Ciwan bi alîkariya Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Sivîl a herêma Tebqayê dewreyeke perwerdeyê li ser destwerdana lezgîn da destpêkirin.

30 jin tev li dewreyê bûne û li gorî 5 koman hatin dabeşkirin. Perwerde li beşê destwerdana lezgîn a nexweşxaneya Wetenî ya Tebqayê ji aliyê kadroyên pispor ve tê dayîn.

Jinên tev li perwerdeyê bûne dê fêrî tedawîkirina birînan, sekinandina xwîna damaran, şewat, pêçandina birînan, derzî, şikestina hestiyan bibin.

Dewreya tendursitî dê 10 rojan, rojane 3 saetan dewam bike.

(dh)

ANHA