Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Me bi hevkariya eşîran li Mensûra ewlehî pêk anî

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakurê Sûriyê got ku wan bi hevkariya welatparêzan û nûnerên eşîran li herêma El-Mensûra ewlehî pêk anî.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Me bi hevkariya eşîran li Mensûra ewlehî pêk anî
24 ÇILE, 2019   14:09

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakurê Sûriyê derbarê wê de daxuyaniyek da û got, wan bi hevkariya welatparêz û nûnerên eşîran li herêma El- Mensûra ewlehî pêk anîn.

Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye;

"Ji destpêka rizgarkirina parêzgeha Reqa ji çeteyên DAIŞ`ê hêzên me bi hevkariya gelê me ewlehî û îstîqrar bicih kirin, lê hin hêzên tarî hene bi şaneyê veşartî re kar dikin da ku vê kedê vala derxînin û tirsê belav bikin.

Tiştê ku li bajarokê El-Mensûra pêk hat aliyekî ji van hewldanan in, komên şaneyê veşartî gel diheridînin da ku êrîşî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarokê El- Mensûra bikin û bi karê qirêj rabin. Lê hêzên me yên ewlekariyê bi berpirsyarî tevger kirin û tedbîrên pêwîst girtin.

Em welatparêzan û  nûnerên eşîran silav dikin ku hevkariya me kirin da ku ewlehiyê belav bikin.

Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê û hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê soz didin ku em ê herêmên xwe ji teror û komên xerabiyê dikin biparêzin. Ji ber parastina gel û ewlehiya wan li ser her tiştî re ye.”

(jo/bm)

ANHA