Li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de rêzeteqîn

Li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de 3 teqîn çêbûn.

Li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de rêzeteqîn
Li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de rêzeteqîn
Li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de rêzeteqîn
Li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de rêzeteqîn
24 ÇILE, 2019   14:59

MINBIC

Li herêmên di din dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de rêzeteqîn pêk hatin.

Teqîna yekemîn di saetên nîvro de li navçeya Xendûra ya girêdayî bajarê Cerablusê bi rêya motorseklêteke bombebarkirî pêk hat, di encamê de ziyanên madî çêbûn.

Li navneda bajaroka Qebasîn a ku 7 km dikeve bakurê rojhilatê bajarê Babê mayînek teqiya. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku di teqînê de 3 kes birîndar bûn.

Teqîna sêyemîn jî li nêzî çerxerêya Senter a navenda bajarê Babê bi rêya motorseklêteke bombebarkirî çêbû. Çavkaniyan diyar kirin ku di encama teqînê de welatiyê bi navê Ebdulselam Necim û Edhem El-Ilêwî mirin. Her wiha 10 kes ji sivîl û çeteyên girêdayî dewleta Tirk de jî birîndar bûn. Ji kesên birîndarbûne, "Mihemed Hebûş, Îsam Îsmaîl Hemed, Hûda Selûm, Cewhet Abdulbasit Debik, Mihemed Îd Yûsif Kerekaz, Temîm Selah El-Dibis, Îsam Mihemed El-Heneş û Ebdulselam Mehbûs".

ANHA