Şedadê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê oxir kirin

Bi sedan şêniyên Şedadê cenazeyên 4 şervanên QSD`ê ku di Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûne bi merasîmeke bi heybet oxir kirin.

Şedadê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê oxir kirin
Şedadê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê oxir kirin
Şedadê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê oxir kirin
Şedadê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê oxir kirin
Şedadê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê oxir kirin
Şedadê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê oxir kirin
Şedadê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê oxir kirin
24 ÇILE, 2019   13:55

HESEKÊ

Şêniyên navçeya Şedadê û El-Erîşe yên kantona Hesekê, cenazeyê şervanên QSD`ê Ehmed El-Asî (Yûsif), Cîhad Ehmed (Erîşe), Mihemed El-Elî (Demhat) û Şerîf Elî (Xalid Deşîşe) ku di Şerê Tinekirina Terorê de li gundewarên Dêrazorê de şehîd bûne, li goristana şehîdan a Şedadê oxir kirin.

Şêniyan cenazeyên her 4 şehîdan ji Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana Şehîdan a Şedadê ve ketin rê. Li goristanê merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, her wiha Hêzên Erka Xweparastinê toreneke leşekerî li dar xistin.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Nacî Nicûm axivî û sersaxî ji malbatên her 4 şehîdan re xwest û got şehîd ji bo azadî û aramiya gelê herêmê canê xwe feda kirine.

Nacî destnîşan kir ku herêmên wan bi saya xwîna şehîdan ji çeteyan hatin rizgarkirin û wiha got: “Em weke Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo herêmê ji çeteyan rizgar bikin û dagirkeran tune bikin amade ne ku her tiştê giran buha feda bikin. Em soz didin ku em ê heta dawiyê têkoşîna xwe berdewam bikin."

Paşê nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Di dawiyê de cenazeyê her 4 şehîdan di nava drûşme û tilîliyan de hatin oxirkirin.

(bx/bm)

ANHA