KNK,  serdanên xwe dinirxîne

Endamên Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi partî, deste û tevgerên siyasî yên li bajarê Qamişlo re civiyan,  xebatên û serdanên komîteya KNK’ê nirxandin.

KNK,  serdanên xwe dinirxîne
24 ÇILE, 2019   13:45

QAMIŞLO

Desteya Rêveber a KNK – Rojava bi armanca yekîtiya tevgerên siyasî yên Kurdî li Rojava komîteyek ji endaman pêk tê, ava kir. Erka wê komîteyê ew e ku bi partiyên siyasî yên kurdî bê ferq û cudatî di nava têkiliyan de be.

Di vê heftiyê de komîteyê serdana partiyên siyasî yên Kurdî; Partiya Biratî ya Kurdistanî, Partiya Niştîmanî ya Kurdistanî, Partiya Roj a Demokrtîk a Kurdî li Sûriyê, Partiya Azadî ya Kurdistanî - Azad, Partiya Yekîtiya Demokrtîk, Partiya Azadî ya Kurdistanî, Partiya Yekîtiya Lîberal a Kurdistanî, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya El-Partî ya Demokrtîk a Kurdistanî li Sûriyê û Buroya Partiya Komînîst a  Kurdistanî, kir.

Helwestên hemû partiyên ku komîteyê serdana wan kirî ji bo yekîtiya Kurd erênî bûn. Her wiha diyar kirin ku ew destekê didin însiyatîfê û dê bixebitin da ku armancên wê bi ser bikevin.

Îro endamên KNK – Kurdistan, KNK – Rojava, partî, tevger, û desteyên siyasî di derbarê xebatên komîteyê de nîqaş kirin, plansazî ji bo kar û xebatên hefiya bê danîn.

Di vê çarçoveyê de Endamê Komîteya KNK – Kurdistanî Dîlawir Zenkî ji ajansa me re axivî. Dîlawir Zenkî diyar kir ku ew civînên xwe her hefte li dar dixin. Di civînên xwe de kar û xebatên komîteyê, serdana komîteya KNK ji partiyên siyasî re û encamên wê dinirxînin.

Zenkî got, ew ê plansaziyekî ji bo partiyên siyasî yên ku serdana wan nekirine deynin. Zenkî destnîşan kir, wê serdanên wan berdewam bikin û dê di qonaxa duwemîn de serdana desteyên civaka sivîl bikin.

Dîlawir Zenkî got ku encam û serdanên KNK`ê baş derbas dibin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Hemû partiyên siyasî yên ku me serdana wan kirîn, destekê didin însiyatîfa KNK’ê. Hinek xwestekên partiyên siyasî hebûn û di civînan de nîqaş kirine.”

(bx/bm)

ANHA