Cenazeyê şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê li Hesekê hatin veşartin

Bi hezaran şêniyên Hesekê cenazeyên 9 şehîdên"Şerê Tinekirina Terorê" li Goristana Şehîd Dijwar veşatin.

Cenazeyê şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyê şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyê şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyê şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyê şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyê şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyê şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê li Hesekê hatin veşartin
23 ÇILE, 2019   15:26

HESEKÊ

Bi hezaran şêniyên kantona Hesekê cenazeyê şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" Mihemed El-Mihemed (Dijwar Rustem), Mecid Siyad (Dilşêr Hesekê), Selah Necim (Demhat Hesekê), Emar Nasir (Ciwan Hesekê), Luey Ehmed (Xerîb Dijwar), Hisên El-Eswed (Yûsif), Ehmed El-Eswed (Dilyar), Îbrahîm El-Îsa (Egîd Hesekê) û endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Mehmûd El-Ewed ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin û ji aliyê Hêzên Asayîşê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin.

Bi navê Desteya Karûbarên Şehîdan Îdan El-Efînî û Hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Semer Abdullah û bi navê hêzên leşkerî Şiyar Delîl axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û hate gotin serkeftinên gelê herêmê bi destxistine berhemên keda şehîdan e.

Axaftinvanan bang li gelê herêmê kirin ku li hemberî êrîşên muhtemel li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku hewl didin projeya demokratîk têk bibin hevgirtina xwe xurt bikin.

Her wiha hate gotin, çawa şervanên YPG, YPJ û QSD‘ê herêmê di çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin dê dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê jî têk bibin.

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê şehîdan bi dirûşme û tilîliyên dayikan hatin veşartin.

ANHA