HPG: Li Îdirê leşkerekî dewleta Tirk hate kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuya kirin ku li qada Kirê Kor ê Îdirê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek kirin û di çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.

HPG: Li Îdirê leşkerekî dewleta Tirk hate kuştin
23 ÇILE, 2019   15:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkilî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyeke niviskî da.

Di daxuyaniya HPG'ê de ev agahî hatin parvekirin:

''Artêşa  TC'ê ya dagirker ev demeke li qada Kirê Kor ê Îdirê bi deteka yekîneyên xef kemînan datîne. Li dijî van yekîneyên dijmin ku ji hêla hêzên me ve hatin kontrolkirin û şopandin û bi çarçoweya Pêngava Serfiraziyê ya Şoreşger ku li Eyaleta Serhedê didome çalakiyek hatiye kirin. 20'ê Çile saet 14.45'an derbeke serkeftî li yekîneya dijmin hatiye xistin û tespîtbûyî 1 leşker hatiye kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC'ê ya dagirker qad bombe kiriye.

22'yê Çile seat 18.10'an balafirên şer ên artêşa TC'ê ya dagirker li herêma Avaşînê ya Qadên Parastinê ya Medyayê qada Werxelê û Girê Karal bombe kirine. Di herdu bombekirinan ti ziyan negihaye ser hêzên me.

21'ê Çile saet 19.45'an artêşa TC'ê ya dagirker qada Şehîd Kendal a Qilebanê ya Şirnexê bombe kiriye. Di êrîşê de hevalê me Armanc Zîlan şehîd bûye.

Agahiya nasnameyê yê hevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Armanç Zîlan

Nav û Paşnav: Fatîh Bagdû

Cihê Jidayikbûnê: Êlih

Navê Dayik - Bav: Mîne - Beşîr

Cih û Diroka Şehadetê: Qileban / 21’ê Çileya 2019’an

Hevrê Armanc ku 1982'an li Êlih Beşîrê jidayik bûyî, 2015'an tevlî nav refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bûye. Dema ku zewicî bû û bavê 3 zarokan bû tevlî nav refên gerîla bû. Li her qada ku peywir lê dikir, bi karakterê xwe yê kedkar, fedekar û xwerû di dilê hevrêyên xwe de cihê xwe çêkiriye. Hevrê Armanc ku her demê hewl dide ku di felsefeya Rêbertî û gerîlatiyê de kûr bibe, şert û merc çi dibin bila bibin, ji vê nêzîkatiya xwe nehatiye xwarê û tim xwe perwerde kiriye.

Ji ber vê şehîdbûnê di serî de serê malbata hêja ya Bagdû em sersaxiyê didine gelê welatparêz ê Êlihê û Kurdistanê, em sond dixwin ku alaya azadiyê ku hevalê me Armanc li pey xwe hiştiye heta bi serfiraziyê hilgirin.''