Sersaxî ji malbata şehîd Necar re hate xwestin

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd sersaxî ji malbata endamê Hêzên Asayîşê Ednan Necar re xwestin.

Sersaxî ji malbata şehîd Necar re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Necar re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Necar re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Necar re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Necar re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Necar re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Necar re hate xwestin
23 ÇILE, 2019   15:50

HELEB

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê, şervanên YPG, YPJ, Hêzên Asayîşê ji saetên sibehê ve herikîn bin konê sersaxiyê yê endamê Hêzên Asayîşê Ednan Necar ê ku di encama nexweşiyê de şehîd dibû û sersaxî ji malbatê re xwestin.

Di bin konê sersaxiyê de deqeyeke rêz hate girtin. Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Aytan Reşo, bi navê Hêzên Asayîşê Mustefa Mihemed, bi navê Şaredariya Gel Mezlûm Mihemed, bi navê PYD‘ê Selwa Mihemed û bi navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Sehbîha Efaşa axaftin hatin kirin.

Kesên axivîne sersaxiya malbata şehîd Ednan Necar kirin û rola şehîdan di parastina gel de destnîşan kirin. Axaftinan diyar kirin ku xeta şehîdan dê berdewam be, her şehîdekî bidin bi hezar kes didin ser şopa wan.

Di axaftinan de hat diyarkirin ku şehîd Ednan xwedî  rihekî şoreşger û fedayî bû, ji bo parastina ax û gelê xwe da ser şopa şehîdan.

Piştre Welat  Ala helbestek li ser şehîdan pêşkêş kir.

Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(dh)

ANHA