Du partiyên din piştgirî dan însyatîfa KNK‘ê

Partiya Çep a Kurd li Sûriyê û Partiya Azadî ya Kurdistanê teqez kirin ku ew ê di aliyê siyasî û civakî de destekê bidin însyatîfa KNK‘ê û însyatîf wekî rêya xelaskirina welat ji gefan bi nav kirin.

Du partiyên din piştgirî dan însyatîfa KNK‘ê
Du partiyên din piştgirî dan însyatîfa KNK‘ê
Du partiyên din piştgirî dan însyatîfa KNK‘ê
Du partiyên din piştgirî dan însyatîfa KNK‘ê
23 ÇILE, 2019   14:48

QAMIŞLO

Komîteya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê - Rojava serdana Partiya Çepa Kurd li Sûriyê û Partiya Azadî Kurdistanê kirin.

Komîteyek ku ji 6 kesan pêk tê, serdanên xwe yên li gel partiyên siyasî bi armanca avakirina yekrêziya Kurdî didome. Endamên Komîteyê Deriya Remedan, Taz Paşa, Şêx Sînan Ehmed, Dilawer Zinkî û Silêman Îlyas, serdana Buroya Partiya Çep Kurd li Sûriyê a li taxa Xerbî li bajarê Qamişlo kirin.

Endamên komîteyê ji aliyê Sekerterê Giştî yê Partiya Çep Mihemed Mûsak, endamê Meclisa Partiyê Fehed Mihemed, Berpirsê Partiyê li herêma Qamişlo Adil Betal, endamê Meclisa herêmê Selîm Mihemed û endamê Meclisa Partiyê Raman Betal ve hatin pêşwazîkirin.

Di civînê de endamên Meclisa Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Fehed Mihemed anî ziman ku ew ji destpêkê ve piştgiriyê didin yekitiya xitaba Kurdî û wiha domand "Divê em niha nakokiyên xwe deynin aliyekî, ji ber ku hin doz hene ji nakokiyan mezintir in. Heger di vê pêvajoyê de em nebin yek wê dijmin me têk bibe."

Mihemed wiha domand "Ji destpêkê ve em piştgiriyê didin Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, em ê li kêleka wan piştgiriyê vê însyatîfê di aliyê siyasî û civakî, ji ber tekane rêya ku me ji gefan xilas bike."

Bi heman armancê endamên Komîteyê Serdana Buroya Partiya Azad a Kurdistanê li Sûriya ya li bajarê Qamişlo kir.

Endamên şandeyê ji aliyê Sekretêrê Giştî yê partiyê Ebdulkerîm Etê, endamên Buroya Siyasî ya Partiyê Siyasî Silêman Esed û Heybet Mamo û endamên Komîteya Navendî yê Partiyê He was Sado û Selman Misewer ve hatin pêşwazîkirin.

Ebdulkerîm Etê di serdanê de axivî û got, ew însyatîfa Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî wekî gaveke baş û pîroz dibînin û ev tişt got, "Siyaseta me li ser esasê yekrêziya tevgera siyasî ya kurdî ye, em dixwazin kurd hemû li ser maseyekê rûnên û yekîtiya xwe ava bikin û dest bibin hev."

(jo)

ANHA