Sersaxiya şehîd Ewêş li Fafînê pêk hat

Şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê sersaxî ji malbata şehîd Ewêş Şehab re xwest.

Sersaxiya şehîd Ewêş li Fafînê pêk hat
Sersaxiya şehîd Ewêş li Fafînê pêk hat
Sersaxiya şehîd Ewêş li Fafînê pêk hat
Sersaxiya şehîd Ewêş li Fafînê pêk hat
Sersaxiya şehîd Ewêş li Fafînê pêk hat
Sersaxiya şehîd Ewêş li Fafînê pêk hat
Sersaxiya şehîd Ewêş li Fafînê pêk hat
Sersaxiya şehîd Ewêş li Fafînê pêk hat
23 ÇILE, 2019   13:41

ŞEHBA

Bi hezaran şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê berê xwe da konê sersaxiyê yê endama Hêzên Asayişa Jin a ji pêkhateya Ereb Ewêş Şehab ku 20`ê Çileyê di encama krîza dil de şehîd bû û sersaxî ji malbata wê re xwest.

Konê sersaxiyê li pêşiya mala birayê şehîd li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê hate vedan.

Di bin konê sersaxiyê de wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, wêneyên şehîd Ewêş û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Welo, Zekiya Abdulminem, bi navê meclisa navçeya Ehresê Reşîd Mihemed û bi navê Meclisa Kantona Şehbayê Zehra Kalo axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û hate gotin ku şehîd çirûska ber bi rêya azadî û aştiyê ve ne.

Her wiha hat destnîşankirin ku şervanên QSD`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê serkeftinên mezin bi dest xistin û çetyên DAIŞ`ê di baregehên wan ên dawîn de tune dikin.

Di axaftinan de hat teqezkirin ku tunekirina çeteyên DAIŞ`ê tê wateya qutkirina destê Tirkiyê li herêmê. Axaftvanan gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang kir ku herêmên wan li pêşiya firîna balafiran werin qedexekirin. Di dawiyê de axaftvanan teqez kir ku ew tu carî dev ji xaka xwe bernadin, dê berxwedana xwe heta rizgarkirina Efrînê dewam bikin û tu carî derfet nadin Tirkiyê ku careke din xewnên Osmaniyan li ser xaka wan vejînin.

Di dawiyê de merasîma şehîd Ewêş hat xwendin û radestî malbata wê hat kirin.

Merasîma sersaxiyê bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.

(bx)

ANHA