Li Hecînê metirsiya mayinên DAIŞ’ê

Şêniyên herêma Hecînê zevî û hilberînên xwe yên demsala zivistanê li pey xwe hiştin û ji zilma çeteyên DAIŞ`ê reviyan. Niha jî piştî rizgarkirinê ji mayinên ku çeteyan di nav mal û zeviyên wan de çandine, ditirsin.

Li Hecînê metirsiya mayinên DAIŞ’ê
Li Hecînê metirsiya mayinên DAIŞ’ê
Li Hecînê metirsiya mayinên DAIŞ’ê
23 ÇILE, 2019   08:15

DIYAR EHMO - HEMED EL-MISTEFA / DÊRAZOR

Pêngava dawîn a Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê ku QSD’ê 11’ê Îlona 2018’an li dijî çeteyên DAIŞ’ê dabû destpêkirin, li gundewarên Hecînê berdewam dike.

Axa herêma Hecînê ji ber ku li kêleka çemê Firatê ye, bi ava xwe tê nasîn. Lewma jî şênî çandiniyê dikin û herêm ji şêniyan re bûye jêdera jiyanê. Şêniyên herêmê debara xwe ya rojane ji çandiniya tevahiya hilberînên havîn û zivistanê peyda dikin û wek jêdera debara xwe dihesibînin.

Ji ber ku îsal li herêmê şer hebû û çeteyên DAIŞ’ê gel ji xwe re wek sîper bi kar dianî, şênî ji DAIŞ’ê reviyan. Ji ber vê jî zeviyên xwe neçandin.

Şêniyê bi navê Yûsif Mihemed El-Ehmed ku ji herêma Hecînê ye, diyar kir ku şêniyên herêmê debara xwe bi xwedîkirina sewalan û çandiniyê dikir. El-Ehmed destnîşan kir ku ji dagirkeriya DAIŞ’ê ve çandinî paşde çûye, ji ber ku çeteyan hilberîna wan talan dikir û bac li wan ferz dikirin.

El-Ehmed got piştî destpêkirina pêngava Bagera Cizîrê û rizgarkirina gundewarên Dêrazorê, ew ji ber zilma çeteyên DAIŞ’ê reviyan, hemû milk û malên xwe li pey xwe hiştin û ber bi herêmên rizgarkirî ve reviyan. El-Ehmed gotinên xwe wiha domandin: "Çeteyên DAIŞ`ê jiyana me veguherandibûn dojehê. Lê em bi saya QSD`ê îro ji salên koletiyê rizgar bûn. Cotkaran ji nû ve li herêmên rizgarkirî dest bi çandiniyê kir.”

El-Ehmed destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê li her derî, di malan, kolanan û zeviyan de mayin çandine û wiha axivî: “Ew jî bûye jêdera tirsa şêniyên ku dixwazin vegerin mal û zeviyên xwe.”

(şx/bm)

ANHA