Pûtîn û Erdogan dê li hev bicivin

Îro serokê Rûsyayê Pûtîn dê bi serokkomarê Tirkiyê Erdogan re ji bo gelek dozên girîng nîqaş bikin û di serî de binketina lihevkirina Idlibê, bicivin.

Pûtîn û Erdogan dê li hev bicivin
23 ÇILE, 2019   08:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Rûsyaya Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîb Erdogan ji bo ku dosyaya Sûriyê nîqaş bikin îro dê li Moskoyê dê bicivin.

Nakokî di navbera her du serokan de hene. Rûsya destekê dide rejîma Sûriyê û Tirkiye jî destekê dide çeteyên li Idlibê.

Tevî hemû lihevkirinên di navbera her du welatan de li Sûriyê, lê berjewendiyên wan li ser erdê li hev ketin. Rûsya hikûmeta Erdogan tawanbar dike ku pêkanîna lihevkirina Soçiyê li Idlibê dirêj dike.

Erdogan avakirina “herêma ewle" li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê ji Pûtiî re nîqaş bike. Dibe ku Rûsya jî vê yekê red bike. Ji ber ku wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hefteya derbasbûyî de got divê Şam herêmên Bakurê welat bixe bin serweriya xwe.

(bx)