‘Tirkiyê Efrîn ji herêmeke ewle veguherand navenda tevliheviyê’

Rewşenbîrên Hesekê destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyê ji bo têkbirina projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê her tim planên wê hene. Niha jî bûyerên ji fesadî, wêrankirin û kuştinê li Efrîn, Bab, Ezaz û Cerablusê rû didin.

‘Tirkiyê Efrîn ji herêmeke ewle veguherand navenda tevliheviyê’
23 ÇILE, 2019   08:05

NISRÎN ELÎ / HESEKÊ

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi kiryarên xwe herêmên dagirkirî ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê veguherandin cihê fesadî, kuştin û revandinê, piştî ku ew herêm ewle bûn. Bi vê yekê dagirkeriya dewleta Tirk rûyê xwe yê rastîn ji cîhanê re li gel binpêkirinên xwe yên domdar der heqê şêniyên Efrînê de xuya dike.

Girêdayî mijarê rewşenbîrên bajarê Hesekê axivîn. Rewşenbîran teqez kir ku dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê bi kiryarên xwe guhertina demografyaya herêmê armanc dikin.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Hesekê Ehmed Hiso destnîşan kir  ku her tim planên dewleta Tirk ji bo têkbirina projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene. Mînaka wê kiryarên Tirkiyê li Efrîn, Bab û Cerablusê ji fesadî, wêrankirin û kuştinê, piştî ku ew herêm ewle û aram bûn.

Hiso zelal kir ku dagirkeriya Tirk bi binpêkirinên xwe hewl dide guhertina demografîk li Efrînê pêk bîne. Bi taybet piştî koçberkirina gelê wî û li şûna wan çete anîn Efrînê û lê bi cih kirin.  Hiso wiha got: "Dewleta Tirk Efrîn dagir kir û wêran kir, ne wekî idîa dike ku ew gel diparêze."

Hiso destnîşan kir ku şêniyên Efrînê ji ber kiryarên li Efrînê giliyan dikin, lê çapemeniya Tirkiyê wan binpêkirina dinixumîne, nahêle tu dezgehên ragihandinê, ji bilî yên girêdayî wê û çeteyan wê derbasî Efrînê bibin.

Her wiha Hiso teqez kir ku Erdogan dixwaze xakên din ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike û mezintirîn sûcan der heqê gelê wê de, komkujiyan pêk bîne û gelê wê tune bike û wiha pê de çû: "Tirkiye bi gefên xwe ne tenê gelê Kurd, lê belê tevahiya pêkhateyên herêmê dike hedef."

Ji aliyê xwe ve nivîskar û endamê Yekitiya Rewşenbîran Ezher Ehmed jî wiha axivî: "Efrîn rastî gelek binpêkirinan ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hat. Bi hezaran darên zeytûnê qut kirin, komkujiyên hovane pêk anîn û îro Erdogan dixwaze li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiryarên xwe dubare bike." 

Ehmed diyar kir ku dîroka dewleta Tirk tijî komkujî ye û wiha got: "Dewleta Tirk û çeteyên wê tirs xistiye nav şêniyên Efrînê. Gelek binpêkirin û sûcên wekî dizîn û wêrankirina binesaziya Efrînê kirine."

Ezher Ehmed bal kişand ser daxuyaniyên serokê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam Ebû Mihemed El-Colanî ku piştgiriya oparasyona leşkerî ya Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Ehmed teqez kir ku tevahî çete li Sûriyê hevkarên dewleta Tirk in.

(dh)

ANHA