ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-01-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-01-2019
23 ÇILE, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê, ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê 9 şehîdên QSD‘ê li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê oxir dikin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji bo endama Hêzên Asayîşa Efrînê şehîd Iwêş Şihab konê sersaxiyê li navçeya Fafînê ya Şehbayê tê vedan.  Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji malbata  endamê Hêzên Asayîşê Ednan Necar re sersaxiyê dixwazin , saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Navneda "Zarokatî ji bo pêşerojê" ya li bajarê Reqayê dewreyeke perwerdeyê ya xwendin û nivîsandinê bi dawî dike, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiyên konvedanê yên li kantona Girê Spî û Kobanê bi armanca şermezarkirina gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çeteyên DAIŞ`ê dibistana gundê El-Sûse yê başûrê rojhilatê Dêrazorê veguherandine kargehek çêkirina teqemeniyan. Çeteyan ji bo ku welatî nêzî dibistanê nebin îdia dikirin ku dibistan meskûn e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Serokeşîrên Reqayê gotin, ne mumkin e herêmeke bi ewle li Bakurê Sûriyê bêyî çavdêriya navdewletî be û teqez kirin ku gelê Sûriyê ji dewleta Tirk bê bawer e, ji ber ku dewleta Tirkiyê dixwaze herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şervanên YPG'ê yên ji Heleb ku tev li Berxwedana Serdemê bûbûn, teqez kirin ku Efrîn dê bi vîna gelê xwe û israra ciwanên wê yên ku hîna jî li Efrînê li ber xwe didin rizgar bibe. Her wiha soza piştgiriyê ta rizgarkirinê dan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên herêma Hecînê zevî û hilberînên xwe yên demsala zivistanê li pey xwe hiştin û ji zulma çeteyên DAIŞ`ê reviyan. Niha jî piştî rizgarkirinê ji mayînên çeteyan bi tirs in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Bi dirûşmeya "Bi vîna azad û rêxistinê em Efrînê rizgar bikin û Sûriyeke ne navendî û demokratîk ava bikin"Rêxistina PYD‘ê ya Serêkaniyê kongreya xwe ya sêyemîn li Navenda Çand û Hunerê ya Waşûkanî li dar dixe, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hejmarek rewşebîrên bajarê Hesekê diyar kirin ku dagirkeriya Tirkiyê plan dike da ku projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bike û mînakên vê yekê herêmên hatin dagirkirin wekî Efrîn, Bab û Cerablusê destnîşan kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Bi diruşmeya "Efrîn doza welat û nasnameya mirovan e"Melcisa Jinên Sûriyê bi wesîleya salvegera yakemîn a êrîşên li ser Efrînê panelekê li hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamên jin ên Meclisa Rêveber a Kantona Efrînê li ser çalakiya Leyla Guven daxuyanî li kampa Serdem a Kantnona Şehbayê dide, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê li kampa serdemê çalakiyeke hunerî li dar dixe, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Çand û Hunerê û Yekîtiya Rewşenbîran helbestan Mihemed Menla Xerzîl bi bîr tîne, bîranîn li dibistana Sînaa tê lidarxistin, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dîroknas û nivîskar Behcet Hesen Ehmed 2 pirtûk bi zimanê Erebî girêdayî girîngtirîn bûyerên tarîxî yên dîrokî û nûjen ku li bajarê Dêrikê û gundewarê wê rû dane derxist. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Komîteya Sotemeniyê ya Meclisa Sivîl a Tebeqayê û Rêveberiya Giştî ya beşê yekemîn ê belavkirina mazotê li şêniyan bi dawî dike. Rêjeya mazotê ku hatiye belavkirin zêdeyî 8 mîlyon lître. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA