Li Bakurê Minbicê di navbera çeteyan de şer derket

Li gundê Mehsenê yê bakurê bajarê Minbicê di navbera komên çete yên girêdayî Tirkiyê şer derket.

Li Bakurê Minbicê di navbera çeteyan de şer derket
22 ÇILE, 2019   20:38

MINBIC

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku li gundê Mehsenê yê dikeve bakurê bajarê Minbicê di navbera çeteyên "Mertala Firatê" şer derket.

Derbarê sedem û encamên şer de agahî nehatin bidestxistin.