Serokeşîrên Reqayê: Herêma ewle divê bi sponseriya navdewletî be

Serokeşîrên Reqayê gotin, ne mumkin e herêmeke bi ewle li Bakurê Sûriyê bêyî çavdêriya navdewletî were avakirin û teqez kirin ku gelê Sûriyê ji dewleta Tirk bê bawer e, ji ber ku dewleta Tirkiyê dixwaze herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike.

Serokeşîrên Reqayê: Herêma ewle divê bi sponseriya navdewletî be
23 ÇILE, 2019   05:20

EMAR EL-XELEF-XALID / REQA

Dewleta Tirk a dagirker asta gefên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dike. Di demên dawî de mijara avakirina herêmeke bi ewle li Bakurê Sûriyê ketiye rojevê ku tê qalkirin wê Tirkiyê çavdêriya herêma bi ewle bike.

Li ser mijarê serokeşîrên Reqayê nêrînên xwe bi me re parve kirin. Serokeşîran gotin, dewleta Tirk dewleteke dagirker e û dixwaze tevahî herêmê dagir bike û gotin ew avakirina herêmeke bi ewle di bin çavdêriya Tirkiyê red dikin.

Serokeşîrê El-Cabat Telal Hîlal El-Sîbat got: "Mafê tu kesî mîna Erdogan tune ye ku qala herêma ewle bike. Ji ber ku ew tekane kes li ser herêmên rizgarkirî xeter e."

Telal El-Sîbat destnîşan kir ku pergala Tirkiyê çêkera DAIŞ`ê terorîst e û wiha domand: "Dîroka dewleta Tirk reş e, tijî kuştin û wêrankirin e. Erdogan kujerê zarokan, jin û temenmezinan, behsa herêma ewle bike tiştek nayê qebûlkirin e."

El-Sîbat destnîşan kir ku Tirkiyê û cîhan li dijî gelê Sûriyê li hev kirin û gelê Sûriyê bû qurbaniya siyasetên kuştinê yên Tirkiyê û komên islamî yên girêdayî wê.

Ji aliyê xwe ve serokeşîrê El-Sabxa Mihemed Tirkî El-Sewan got: "Me ji bîr nekir, em ê binpêkirinên Tirkiyê li Efrîn, Ezaz, Idlib û tevahiya herêmên ku dagir kirine ji bîr nekin. Isbata herî mezin a sûcên hovane yên ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê pêk tîne, guhertina demigrafiya wê ye."

Mihemed El-Sewan pergala Tirkiyê tewanbar kir û got: "Ew dizê xêr û berekat Sûriyê ye. Erdogan ji dizîna xêr û berekata xaka Sûriyê di dirêjahiya serweriya çeteyên DAIŞ`ê de hîna têr nexwariye."

El-Sewan gotinên xwe wiha bidawî kir: "Li Bakurê Sûriyê bi saya hêzên QSD`ê em di nav ewlehî û aramiyê de ne. QSD`ê hêza tekane ye ku gelê Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê parastiye."

(şx)

ANHA