KPC-D karnameyên zimanê Kurdî li şagirtên seretayî belav kirin

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) a taxa Şêxmeqsûd a Helebê karnameyên zimanê Kurdî li şagirtên asta seretayî belav kirin.

KPC-D karnameyên zimanê Kurdî li şagirtên seretayî belav kirin
22 ÇILE, 2019   17:59

HELEB

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) a taxa Şêxmeqsûd a Helebê yekemîn dibistana perwerdekirina zimanê Kurdî bi navê "Şehîd Qehreman Efrînê"  di Cotmeha 2018‘an de vekiribû.

Şagirtên asta seretayî di dibistanê de ku hejmara wan 21 in piştî sê mehan perwede dîtin derbasî ezmûnan bûn.

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk îro kaname li şagirtan belav kirin û kesên bi serketin hatin xelatakirin.

Karmname bi amadebûna malbatên û endamên saziyên sivîl hatin belavkirin.

Mamosteya zimanê Kurdî Eyşe Hisên destnîşan kir ku  rêjeya şagirtin serketine baş e û hêviya serketinê xwest.

Hêjayî gotinê ye ku Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk dê nêzî 17 hezar  400 karnameyên werza yekem  a sala 2018-2019 li  xwendekarên seretayî û navîn yên li 5 dibstanên taxên Şêxmeqsûd  û Eşrefiyê belav bikin.

(dh)

ANHA