Ciwanên Reqayê: Ji bo parastina xaka welat em tev li Hêzên Erka Xweparastinê bûn

Ciwanên Reqayê yên tev li dewreya yekemîn a Hêzên Erka Xweparastinê bûne gotin ew amade ne welat di bin tevahiya mercan de biparêzin. Her wiha bang li ciwanên Reqayê kirin ku pêwîste tev li hêzê bibin da ku xak û gelê xwe ji gefên derve biparêzin.

Ciwanên Reqayê: Ji bo parastina xaka welat em tev li Hêzên Erka Xweparastinê bûn
22 ÇILE, 2019   18:32

XALID EL-CUMA / REQA

Di merasîma yekemîn dewreya Hêzên Erka Xweparastinê de ciwanên ku tev li dewreyên bûne ji ajansa me re axivîn. Ciwanan teqez kirin ku eger ciwanên Reqayê xaka xwe neparêzin û li hember gefan nesekinin dê bibin pariyeke ku bi hesanî werin daqurtandin.

Ehmed Elûş di destpêka axaftina xwe de bang li ciwanên Reqayê kir ku tev li Hêzên Erka Xweparastinê bibin û got: "Xweparastin erkek e divê em wek ciwanên Reqayê vê erkê pêk bînin û herêmên xwe biparêzin. Divê em ewlehî û aramiya ku li herêmên me piştî rizgarkirina ji DAIŞ'ê serwer bûye biparêzin. Divê em şopdarên rêya şehîdan bin û li gorî berpirsyariya ku me tê xwestin bin."

Mihemed Weys ji aliyê xwe ve got: "Dewleta Tirk a dagirker îro gefa dagirkirina herêmên me dixwe, wek ciwanên herêmê em ê bêdeng nemînin û em ê ewlehiya bajarê xwe yê rizgarkirî biparêzin."

Mihemed got, tenê gel dikare xwe biparêze û wiha pê de çû: "Gelo eger me xaka xwe neparast wê kî were me biparêze? Em ê li hemberî aliyên ku hewl didin ewlehiya Bakurê Sûriyê têk bibe, bisekinin."

Her wiha Yasîn El-Elî hestên xwe anî ziman û got: "Ez bi vîna xwe tev li Hêzên Erka Xweparastinê bûm. Ji ber ku têghiştim ku divê ez û hemû ciwanên Reqayê xaka Sûriyê ji her gefek derve yan jî hundir ên şaneyên terorîst biparêzin."

Di dawiyê de ciwanan bang li tevahiya ciwanan Bakurê Sûriyê yên derketina derveyî welat kir ku li warê xwe vegerin û parastinê bikin.

Yekemîn dewreya Hêzên Erka Xweparstinê li bajarê Reqayê bi beşdarbaûna 250 ciwana dest pê kir.

(şx)

ANHA