MSD- Heleb bêdengiya navdewletî ya ji binpêkirinên Tirkiyê rexe kir

Meclisa Sûriyeya Demokratîk ya Buroya Helebê bi daxuyaniyekê destwerdana dewleta Tirk di Sûriyê de şermezar kir û bêdengiya navdewletî li ser binpêkirinên wê li Efrînê û binpêkirinên rexne kirin.

MSD- Heleb bêdengiya navdewletî ya ji binpêkirinên Tirkiyê rexe kir
22 ÇILE, 2019   17:05

HELEB

Bi dehan endamên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ya buroya Helebê li ber avahiya meclisê kom bûn û daxuyaniyek ji bo raya giştî dan.

Daxuyanî ji hêla endama meclisê Rewşen Mihemed ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye;

"Gelên bindest û yên ku hatine dagirkirin bi gelek rêbazan xak, rûmet û hebûna xwe diparêze. Her gelek û civakek şêwazekî wî/ê ya taybet ji bo li hember xeteriyan heye. Her wiha xweza jî rolek sereke di hilbijratina wê şêwazê de dilîze.

Aloziya Sûriyê di dirêjahiya 8 salan de di gelek zivirînan de derbas bûye, şer li tevahiya erdnîgariya Sûriyê rû da. Bi hezaran ji ber şer bûn qurbanî. Piştî ewqas wêranî, belvabûna terorê û xirabûna binesaziya gund û bajaran, gefên Tirkiyê bi dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek gavek ji bo temamkirina vê aloziyê hatin. Tirkiyê dixwaze bi rêya çeteyên xwe yên ku rola Inkişariya nû dilîzin, timayên Osmaniya nû li herêmê pêk bîne.

Salek li ser êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê û berxwedana 58 rojan a gel li hemberî van êrîşan derbas bû, lê hîna jî civaka navdewletî bê deng e. Ruxmî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker der heqê şêniyên bajarê zeytûnê yê ku tevahiya pêkhate û çînên civaka Sûrî hemêz kiriye. Di dibistanên Efrînê de niha zimanê Tirkî tê dayîn li şûna ku her pêkhateyek bi zimanê xwe bixwene. Tevî wê jî siyaseta guhertina demografiya wê û talankirinê didomîne.

Weka Meclisa Sûriyeya Demokratîk em berxwedana gelê Sûriyê li dijî dagirkeriyê û çeteyên wê silav dikin. Em bejna xwe li hember lehengiya gel û şervanên Berxwedana Serdemê ditewînin. Di nêrînên me de çaresariya aloziya Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet, bi rêya çareseriyên siyasî pêkane. Efrîn, Idlib û Bakurê Sûriyê êdî bûne xebatên me yên destpêkê. Di nav atmosfera heyî de ya qada Sûriyê Erdogan rojane bi hinceta parastina ewlehiya sînorên dewleta xwe gefa êrîşan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatêl Sûriyê dixwe.

Wek MSD'ê em gefên dagirkeriya Tirk û siyasetên dewleta Tirk li dijî xaka Sûriyê şermezar dikin. Em girîngiya danûstandina Sûrî-Sûrî teqez dikin. Em soza berdewamkirina têkoşînê û berxwedanê li hember terorê dûbare dikin heta pêkanîna armancên rewa yên gelê Sûriyê di jiyana hevpar de di navbera tevahiya tevna Sûrî de."

(şx)

ANHA