QSD‘ê 2 hezar sivîlên din rizgar kirin û malbatên çeteyan xwe radest dikin

Şervanên QSD‘ê li eniyên El-Sûsê û Baxozê 2 hezar sivîlên din rizgar kirin. Bi pêşdeçûnên şervanan re malbatên çeteyên DAIŞ‘ê xwe radestî QSD‘ê dikin.

QSD‘ê 2 hezar sivîlên din rizgar kirin û malbatên çeteyan xwe radest dikin
QSD‘ê 2 hezar sivîlên din rizgar kirin û malbatên çeteyan xwe radest dikin
QSD‘ê 2 hezar sivîlên din rizgar kirin û malbatên çeteyan xwe radest dikin
QSD‘ê 2 hezar sivîlên din rizgar kirin û malbatên çeteyan xwe radest dikin
QSD‘ê 2 hezar sivîlên din rizgar kirin û malbatên çeteyan xwe radest dikin
QSD‘ê 2 hezar sivîlên din rizgar kirin û malbatên çeteyan xwe radest dikin
QSD‘ê 2 hezar sivîlên din rizgar kirin û malbatên çeteyan xwe radest dikin
QSD‘ê 2 hezar sivîlên din rizgar kirin û malbatên çeteyan xwe radest dikin
22 ÇILE, 2019   16:38

DÊRAZOR

Şervanên QSD‘ê di çarçoveya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de li eniyên Baxoz û El-Sûseyê 2 hezar sivîl ku piraniyan wan zarok û kesên bi temen in rizgar kirin, ji kesên hatine rizgarkirin birîndarên mayîn û nexweş hene.

Endamê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Mihemed Îsmaîl ji ajansa me re diyar kir ku ew ê sivîlan derxînin deverên bi ewle û pêwîstiyên wan bi cih bînin û nexweş û birîndaran tedewaî bikin.

Her wiha, gelek malbatên çeteyên DAIŞ‘ê xwe radestî hêzên QSD‘ê kirin.

Berî wê li rojhilatê bajaroka Hecînê jî 60 çeteyên DAIŞ‘ê ku piraniya wan biyanî bûn xwe  xwe radestî QSD‘ê kirin.

(bb)

ANHA