Cenazeyê şehîd Ednan Necar hate veşartin

Bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê cenazeya endamê Hêzên Asayîşê Ednan Necar ê di encama kirîza dil de şehîd bibû li goristana gundê Nebo veşartin.

Cenazeyê şehîd Ednan Necar hate veşartin
Cenazeyê şehîd Ednan Necar hate veşartin
Cenazeyê şehîd Ednan Necar hate veşartin
Cenazeyê şehîd Ednan Necar hate veşartin
Cenazeyê şehîd Ednan Necar hate veşartin
22 ÇILE, 2019   17:21

HELEB

Şêniyan taxa Şêxmeqsûd a Helebê, şervanên YPG, YPJ, endamên Hêzên Asayîşê cenazeyê  şehîd Endnan ji nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir birin û bi kerwanekî ber bi goristana gundê Nebo deketin. Di wê navberê de dirûşmeyên "Şehîd Namirin" û  hatin berzkirin.

Li goristanê deqeyek rêz hate girtin û ji aliyê Hêzên Asayîşê ve merasîma leşkerî pêk hat. Bi navê Meclisa Malatên Şehîdan Mihemed Xelîl, bi navê TEV-DEM‘ê Ehmed Ebdo û bi navê Hêzên Asayîşê Qehreman Bekir axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û hate gotin ku şehîd mişeleya azadî û rûmetê ye. Her wiha hate gotin, şehîd Endnan Necar li hemberî êrîşên komên çete yên li ser taxê li ber xwe da û ji aliyê şêniyên taxê ve dihat hezkirin.

Piştre, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan li goristana gundê Nebo hate veşartin.

(dh)

ANHA