Meclisa Kantona Hesekê navenda xwe vekir

Bi rasthatina salvegera 5'emîn a ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakurê Sûriyê, Meclisa Kantona Hesekê navendek xwe li taxa Til Hecer a girêdayî bajêr vekir.

Meclisa Kantona Hesekê navenda xwe vekir
Meclisa Kantona Hesekê navenda xwe vekir
Meclisa Kantona Hesekê navenda xwe vekir
Meclisa Kantona Hesekê navenda xwe vekir
Meclisa Kantona Hesekê navenda xwe vekir
22 ÇILE, 2019   15:05

HESEKÊ

Bi sedan endamên saziyan û şêniyên Hesekê tev li merasîma vekirinê bûn. Mersîma vekirinê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê hevserokên Meclisa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso û Semer Abdullah, cîgira hevserokatiya Kantona Hesekê Mehe Şebo û serokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan axivîn.

Ebdulkerîm Saroxan vekirina Meclisa Kantona Hesekê li şêniyan pîroz kir û diyar kir ku di dirêjahiya 5 salan de ji ragihandina Rêveberiya Xweser gelên herêmê gelek destkeftî bi dest xistin û wiha domand "Mînaka herî ber bi çav berxwedana şêniyên Efrînê ye. Şêniyên Efrînê tevî şert û mercên dijwar li berxwe didin û ciwanên wan çalakiyan li dijî dagirkeriya Tirk pêk tînin."

Saroxan piştgirî û desteka gelên herêmê bi parlementara Kurd Leyla Guven re teqez kir ku ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 75 roji di greva birçîbûnê de ye.

Saroxan balkişnad ku QSD, YPJ û YPG'ê li hember DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sekinî. Niha jî hindek maye çeteyên DAIŞ'ê li rojhilatê gundewarê Dêrazor têk bibe.

Di dawiyê de Saroxan teqez kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîna gelên wê ji Kurd, Ereb, Suryan û tevî gelek pêkhateyan tê birêvebirin û got: "Nimuneya ku me hilbijartiya nimuneya herî serkeftî ye di şoreşa Sûriyê de. Gelên me bi saya hêzên leşkerî di nav ewlehî û aramiyê de ne."

Piştî bi dawîbûna axaftinan hunermend Danîş Botan stran got.

Deriya navendê ji hêla dayikên şehîdên Hesekê hate vekirin û beşdaran di nav navendê de geriyan.

(şx)

ANHA