Kongreya 3’yemîn ya PYD‘ê ya Amûdê bi hilbijartina rêveberan bi dawî bû

3’yemîn kongreya  Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya navçeya Amûdê bi hilbijartina 12 rêveberan bi dawî bû.

Kongreya 3’yemîn ya PYD‘ê ya Amûdê bi hilbijartina rêveberan bi dawî bû
Kongreya 3’yemîn ya PYD‘ê ya Amûdê bi hilbijartina rêveberan bi dawî bû
Kongreya 3’yemîn ya PYD‘ê ya Amûdê bi hilbijartina rêveberan bi dawî bû
Kongreya 3’yemîn ya PYD‘ê ya Amûdê bi hilbijartina rêveberan bi dawî bû
Kongreya 3’yemîn ya PYD‘ê ya Amûdê bi hilbijartina rêveberan bi dawî bû
22 ÇILE, 2019   15:25

QAMIŞLO

Kongreya 3‘yemîn a Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya navçeya Amûdê bi beşdarbûna 450 delegeyan vê sibehê destpê kiribû. Kongre li Hola Beylesan a navçeyê bi dirûşma "Bi vîn û rêxistinê, Efrînê rizgar bikin û Sûriyeyeke nenavendî ava bikin" hate lidarxistin û bi hilbijartina 12 rêveberiyên partiyê yên navçeyê bi dawî bû.e

Endamên rêveberiyê cihê xwe di komîteyên "Daravî, Jin, Ciwan, Karûbarên Civakî, Perwerde û Ragihandinê" de digirin.

Piştî axaftinên hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso, malbatên şehîdan û Kongreya Star 450 delegeyan endamê dîwanê hilbijartin. Dîwana Kongreyê Berîvan Faqad, Behçet Elî, Mezlûm Xelîl, Newroz Ramadan, Xelîl Hesen pêk hat.

Di Kongreyê de peyamên pirozbahiyê, nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê endamê PYD‘ê yê navçeya Amûdê Xelat Mele Ibrahîm ev hatin xwendin. Paşê jî rapora siyasî ji aliyê endamê PYD‘ê Amûdê Menal Ibrahîm. Her wiha berdevka PYD‘ê ya navçeya Amûdê Kurdistan Nahmet jî rapora jin û rapoa siyasî xwendin.

Paşê jî nîqaş derbarê raporan de û pêşniyar hatin kirin. Ji pêşniyarên derketin pêş; endam hemû tev li perwerdeya birdozî bibin, her wiha zêdekirina hejmarên endamên partiyê, bi taybet ciwan, avakirina komîteyên ragahandin, maliyê û arşîv ji bo navenda PYD ya navçeya Amûdê, xurt kirina xebatên perwerdeyên birdozî, her wiha buroyên partiyê li hemû bajarokên girêdayî navçeyê bêne vekirin.

Piştî nîqaş û pêşniyaran, ji bo hilbijartina rêveberên nû ên partiyê li navçeyê dengdan pêk hat.

Delegeyan 12 rêveber hilbijartin. 12 endamên rêveberiyê sond ji bo kar û xebatên xwe xwarin. Endamên rêveberiyê cihê xwe di komîteyên "Daravî, Jin, Ciwan, Karûbarên Civakî, Perwerde û Ragihandinê" de û du hevserokê partiye yên navçeya Amûdê jî têde cîh digirin.

Tê payîn ku PYD‘ê kongreya xwe we sibe li Sêrekaniyê lidar bixe.

(mk/es)

ANHA