Sersaxî ji malbatên şehîd Sifûk û Selûm re hate xwestin

Şêniyên navçeya Til Hemîsê û hêzên leşkerî sersaxî ji malbatên şehîdên QSD`ê Hesen Sifûk û Mahir Selûm re xwestin.

Sersaxî ji malbatên şehîd Sifûk û Selûm re hate xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîd Sifûk û Selûm re hate xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîd Sifûk û Selûm re hate xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîd Sifûk û Selûm re hate xwestin
22 ÇILE, 2019   14:51

QAMIŞLO

Şêniyên navçeya Til Hemîsê sersaxî ji malbatên şehîdên QSD’ê Hesen Sifûk (Lewend) Mahîr El Selûm (Elî Silêman) re xwestin ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd dibûn.

Konên sersaxiyê li gundên Silmasa û Sefûk hatin vedan.

Di bin konê herdu şehîdan de merasîm hatin lidarxistin.

Merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir.

Paşê axaftin li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Xilêwî, ji fermandarên QSD‘ê Hac Ehmed El-Kêrt û Kongreya Star Emşa El-Manai hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û soza şopandina rêya şehîdan hate dûbarekirin. Her wiha kesên axivîne banga xwedîderketina li nirxên şehîdan kirin.

Dê şênî heya seatên şevê serdana konê sersaxiyê bikin.

(dh)

ANHA