Rêziknameyên du desteyên din ên rêveberiyê hatin erêkirin

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser piştî nîqaşan û pêkanîna guhertinên pêwîst, rêziknameyên du desteyên nû ên Meclisa Rêveber erê kir.

Rêziknameyên du desteyên din ên rêveberiyê hatin erêkirin
22 ÇILE, 2019   14:33

GIRÊ SPÎ

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca nîqaşkirina rêziknameyên desteyên rêveberiyê û erêkirina wan, li avahiya Desteyên Rêveberiya Xweser a li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî Kantona Girê Spî civînek li dar xist.

Hevserokên Meclisa Giştî Ferîd Etî û Sîham Qeyro, endamên Meclisa Giştî, hevserokatiya Meclisa Rêveber a her du desteyên Ciwan û Werzîşê û Çand di civînê de amade bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre rêziknameyên desteyên Çand  û Hunerê û ya Ciwan û Werzîşê ji hêla endamên Dîwana Meclisê ve hatin xwendin, piştre li gorî pêşniyaran hindek guhertin di rêziknameyan de pêk hatin.

Komîteya Qanûnî û hevserokatiya her desteyekê bersîva pirsên girêdayî bendên rêziknameyê dan. Paşê ji hêla endamên meclisê ve bi giştî hatin erêkirin.

Di civîna beriya demekê de rêziknameya Desteya Hundirîn hate erêkirin.

Rûniştina pêş ya meclisê dê di 31'ê Çileyê de ji bo nîqaşkirina rêziknameyên desteyên Perwerde û Fêrkirinê û Karûbarên Civakî û Xebitandinê were lidarxistin.

(şx)

ANHA