Li parêzgeha Laziqiyê teqîn

Li parêzgeha Laziqiyê erebeyeke bombebarkirî teqeya di encamê de ajokarê erebeyê jiyana xwe ji dest da û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Li parêzgeha Laziqiyê teqîn
22 ÇILE, 2019   14:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa SANA‘yê ya girêdayê rêjîma Sûriyê teqîn li qada Hemam a bajarê Laziqiyê pêk hat, li gorî agahiyên destpêkê di encamê de ajokarê erebeyê hate kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.

Malperên tevna civakî jî destnîşan kirin ku teqîna bi rêya erebeyeke Suzukî 25 mîtreyan nêzî dibistanekê  li qada Hemam rû da.