Macron û Merkel îro hevpeymana dostaniyê îmze dikin

Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel û serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron dê hevpeymaneke hevalbendiyê ya nû li bajarê Aachen ê Almanyayê di salvegera 56`an a Hevpeymana Elysee ya Parîsê de îmze bikin.

Macron û Merkel îro hevpeymana dostaniyê îmze dikin
22 ÇILE, 2019   11:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Hevpeymana Aachenê dê her du welatên cîran der barê siyaseta Yekitiya Ewropayê de di nava hevkariyê de bin, her wiha dê bi hev re siysetên derve û yên ewlehî û aboriyê bi rê ve bibin.

Beriya civînê siyasetmedarê Alman Wolfgang Schauble ji rojnamevanan re axivî û wiha got: "Dîsa pêdiviya me bi projeyên şênber heye ku diyar bibe çawa Ewropa tiştên cuda pêk tîne, tiştên ku welatek bi tena serê xwe nikare bike."

Di gotara destpêkê ya rojnameya Basor Noi Brescia de, îro (sêşem) wezîrê karên derve yê Almanyayê Heiko Maas doza bihêzkirina têkiliyên di navbera Fransa û Almanyayê de kir, li dijî hişmendiya nakokiyên bazirganî yên ku bandorê li Ewropayê dikin.

Serokê Fransayê Charles de Gaulle û şansolyaya (şêwirmend) Almanyayê Konrad Adenauer di 22`ê Çileya sala 1963`yan de Hevpeymana Elysee îmze kiribû. Di hevpeymanê de hatibû gotin ku pêwîst e di navbera her du welatan de di astên bilind de şêwirdarî pêk were.

(k)