Lavrov û Pedersen xebata ji bo avakirina komîteya destûrê teqez kir

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û nûnerê taybet ê NY`ê li Sûriyê Geir Pedersen teqez kir ku ew ê di zûtirîn demê de ji bo komîteya destûrê ya Sûriyê kar bikin.

Lavrov û Pedersen xebata ji bo avakirina komîteya destûrê teqez kir
22 ÇILE, 2019   10:51

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rûsya El-Yewm, wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Moskovê nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyê Geir Pedersen dît û Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê îro ragihand ku der barê çareseriya siyasî de bi pêşengiya gelê Sûriyê bi xwe û bi alîkariya NY’yê li gorî biryara Konseya Ewlehiyê ya 2254’an, gelek nêrînên berfireh hatine parvekirin.

Her wiha hate diyarkirin ku der barê vê mijarê de, girîngiya destpêkirina komîteya destûrê ya Sûriyê hate teqezkirin.

Wezareta Rûsyayê destnîşan kir ku Lavrov û Pedersen mijara tunekirina terorê û bicihkirina aştiyê li Sûriyê nîqaş kir.

Nûnerê taybet ê NY`yê li Sûriyê Geir Pendersen roja duşemê serdana Rûsyayê kir û serdana danûstandinan bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û bi wezîrê parastinê Sergey Shweigo re kir.

Di çarçoveya Astanayê de Rûsya, Îran û Tirkiyê ji ber tevliheviyên berjewendiyên wan li Sûriyê, nikaribûn komîteyeke destûrî bi rêveberiya Neteweyên Yekbûyî bikirana.

(jo)