Li herêmên bêçek bombebaraneke giran

Hêzên rejîma Sûriyê bombebarana li ser herêmên bêçek li gundên Hema û Idlibê zêde kir.

Li herêmên bêçek bombebaraneke giran
22 ÇILE, 2019   10:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku rejîma Sûriyê şeva derbasbûyî bombebarana li ser herêmên bêçek li gorî tifaqa Pûtîn û Erdogan zêde kir. Rejîmê li derdora Idlib û Hemayê, li Kefirnebil, Tewîl, El-Helîb, Xan Şîxûn, Has, El-Xiwîn û Um Celal gundewarên başûr, rojhilat û başûrê rojhilatê Idlibê, li gundê Cisir El-Şixûr Bedama, Merend û El-Naciyê bombebaran kirin. Herwiha Bab El-Taxa, Morik, El-Erbêyniyê û Kefirzîta gundên bakurê Hemauê û bakurê rojava bombebaran kirin.

Navendê bombebarana hêzên rejîmê li cihên bajarokê El-Ziyare li Sehil El-Xab gundê bakur rojavayê Hemayê, çavdêrî kirin û herêmên din li bajarokê Kerfirzîta û herêma El-Latmanê ku li herêmên bêçek li gundê bakurê Hemayê ye, di bombebaranê de balafirên şer li asîmanê gundê Cisir El-Şixûr, Sehil El-Xab û herêmên din li gundên Idlibê û Hemayê digeriyan.

Ajansa Sana ya rejîma Sûriyê jî wiha got: "Artêşa Sûriyê hewldanên koma terorîst ji gundê El-Cenabirê ber bi gundê Birîdîc li gundên bakurê rojavayê Meherdê asteng kirin û kuştî û birîndarên wan çêbûn."

Her wiha ajansa Sana wiha diyar kir: "Duh artêşa Sûriyê çalakî li cihên rêxistinên terorîst li gelek cihên bakurê Hemayê û başûrê Idlibê pêk anîn û kuştiyên wan çêbûn."

(jo)