Rojevên çapemeniya erebî yên îro

Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed ji Şerq El-Ewset re axivî û da zanîn ku Tirkiye hewl dide herêmê bike Tirk û demografyaya wê biguherîne. Li aliyekî din şandeyê navdewletî yê Yemenê hewl dide peymana Swêdê biparêze.

Rojevên çapemeniya erebî yên îro
22 ÇILE, 2019   10:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî îro der barê şerê vekirî di navbera Îsraîl û Îranê de, helwesta Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) der barê herêma tampon de, her wiha hewldanên avakirina hikûmetên Iraq û Lubnanê, agirbesta Yemenê û hin mijarên din de nivîsîn.

Şerq El-Ewset: Îlham Ehmed; em dixwazin Şam gotinên xwe pêk bîne

Di mijara Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewset bi hevseroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed re hevpeyvînek çêkir. Îlham Ehmed di hevpeyvînê de der barê gefên Tirkiyê de axivî û wiha dibêje: "Kurdên Sûriyê tu carî ewlehiya Tirkiyê nekirine armanca xwe, Tirkiyê ewlehiya me armanc dike û rasterast axa me dagir dike. Di pêvajoya 8 salên şoreşê de tu gefek ji herêmên me li dijî Tirkiyê pêk nehatine, her wiha me sînorên Sûriyê parastine.

Destûrê bidin ez vê bûyerê ji we re bibêjim; sala 2013`an ez seroka Şandeya Desteya Bilind bûm. Em li ser vexwendikeke fermî çûne Enqereyê, wê çaxê rayedarên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê ji me re got herêmên di bin desthilata Yekîneyên Parastina Gel de, herêmên ewle û aram in û tu êrîş li dijî me pêk nehatiye. Berovajî herêmên din ên di bin destê komên opozîsyonê de, mîna Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam, ji me re gotin sînorên wan li wan herêman her roj rastî êrîşan dihatin. Tirkiye hewl dide aloziyên xwe yên hundirîn derxe derve. Erdogan ji bo projeyeke firehbûnê dixebite, dixwaze herêmên di bin desthilatdariya artêşa Tirkiyê de bike Tirk û demografyaya wê biguherîne.”

Der barê herêma tampon de jî Ehmed wiha got: "Herêmên me ewle ne, lê pêdiviya me bi herêmeke ewle ya bi serweriya navdewletî û di bin çavdêriya hêzên navdewletî de heye, em herêmeke di bin desthilatdariya Tirkiye û hêzên girêdayî wê de naperjirînin, ji ber ku ew herêm wê çaxê dê ne ewle bin, dê herêmên tevlehevî û aloziyê bin, mîna herêmên di bin desthiatiya "Mertalê Feratê" de û mîna Efrînê."

El-Ereb: DAIŞ li dijî hêzên Amerîkayê li bakurê Sûriyê geş bûye

Di mijareke din de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Li pey hev êrîşên li dijî Amerîkayê li Sûriyê pêk hatin. Roja duşemê karwanekî mezin ê hêzên Amerîkayê û Hêzên Sûriya Demokratîk rastî êrîşeke xwekujî hatin, ev di kêmî hefteyekê de êrîşa duyemîn bû. Di vê navberê de Tirkiye jî gefan dixwe ku derbasî herêmên di bin desthilatdariya QSD`ê de bibe ku hevkarê hevpeymana navdewletî ye.

Li gorî çavdêran, du aliyên van êrîşan hene; yan dixwazin biryara serok Trump a vekişîna ji Sûriyê asteng bikin, an jî dixwazin ku vekişînê bi lez bikin ku bi taybet Tirkiye vê dixwaze.

El-Heyat: Îsraîl li dijî Îran û milîsên wê li başûrê Sûriyê şer dike

Rojnameya El-Heyat der barê şerê vekirî yên di navbera Îsraîl û Îranê de wiha nivîsî: "Îsraîlê li dijî Îranê êrîşa herî mezin pêk anî. Îsraîlê deverên ku Feyleq El-Quds lê bi cih bûye li derdora Şamê û gundewarên Deraa û Siwêda yên Sûriyê bombebaran kirin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di dema êrîşê de xeta germ a di navbera wan û Rûsyayê de vekirî bû, Wezarete Parstinê ya Rûsyayê jî tenê encamên êrîşê gotin, xuya ye ku Rûsyayê ji Îran û Sûriyê re gotiye ku dijberiyê geş nekin û bersiva êrîşan nedin. Fermandarê hêzên Îranê Ezîz Nesîr got "Dijmin newêre êrîşî Îranê bike" û tekez kir ku “Îran ji bo şerê tunekirinê Îsraîlê amade ye."

Şerq El-Ewset: Serokwezîrê Iraqê bi rêya "pencereya elektronîk" du wezîr bijartin

Di mijara Iraqê de rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî 2 namzetên wezaretên perwerdeyê û edaletê bi rêya "pencereya elektronîk" ku wî ji bo pêşkêşkirina daxwaznameyên ketina kabîneyên hikûmetê vekiribûn, hilbijartin. Ebdilmehdî nivîsek ji serokê parlemanê Mihemed El-Hilbûsî re hinart û tê de got ku wî Sefana Hisên ji bo Wezareta Perwerdeyê û Erkan Qadir ji bo Wezareta Edaletê hilbijartine. Çavkaniyeke ku nexwest navê xwe eşkere bike ji Şerq El-Ewset re got ku her du namzetan jî daxwaznameyên xwe bi rêya pencereya elektronîk pêşkêş kiribûn.

El-Heyat: Griffiths ji bo peymana Swêdê biparêze, dest bi tûreke din dike

Di mijara Yemenê de El-Heyat wiha got: "Şandeyê Neteweyên Yekbûyî yê Yemenê Martin Griffiths tûreke nû ya danûstandinên bi aliyên Yemenê re dest pê kir û dê hewl bide paymana Swêdê biparêze piştî ku milîsên Hûsiyan sozên xwe bi cih neanîn.

Griffiths duh (Duşemê) gihîşte paytext Senaayê, piştî ku serdana Mesqetê bi dawî kir. Tê payîn ku bi lîderên Hûsiyan re û serokê komîteya koordîneya hevbeş a şopandina peymana Swêdê generalê hollendî Mark Gaumert re bicive.

El-Ereb: Hevdîtineke ji bo lihevanîna Herîrî û Basîl

Di mijara Lubnanê de El-Ereb nivîsî: "Hevdîtina di navbera serokê hikûmetê yê erkdar Saad El-Herîrî û wezîrê karê derve yê hikûmeta demkî Cibran Basîl geşedanên saatên dawiyê nîşan dide, ku alî ber bi avakirina hikûmeta Lubnanê ve diçin.

El-Herîrî roja duşemê li Bêt Elweset pêşwaziya wezîrê karê derve yê hikûmeta demkî kiribû. Li gorî agahiyan Elherîrî dixwze wezîrê Elewiyan û nûnerê xiristyanan yên wî bin da ku vê forma hikûmetê bipejirîne.

Şerq El-Ewset: Ramella dixwaze alîkariya ewlekarî ya Amerîkayê raweste

Di mijara Filistînê de rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Ramella yê ji Washingtonê xwest alîkariya Amerîkayê ya ewlekariyê rawestîne, serokwezîrê Filistînê Ramî El-Hemdella nameyek di vê derbarê de ji wezîrê karê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo re şand û jê xwest wan alîkariyan rawestîne. Ev daxwaz bersiva wê bû ku kongreya Amerîkayê zagoneke terorê guhertibû. Li gorî zagonê heta ku Amerîka alîkariya ewlehiyê dide Filistîne, welatiyên Amerîkayê dikarin ji bo her zirarekê dozê li dijî hikûmeta Filistînê vekin."

El-Heyat: May dê ji Brexitê vekişe û referandûma duyemîn napejirîne

Der barê rewşa Brîtanyayê de rojnameya El-Heyat wiha nivîsî: "Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May ragihand ku ew ê di mijara vekişîna ji Yekitiya Ewropayê (Brexit) de dewam bike, her wiha referandûm jî nepejirand.”

Di axaftina xwe ya li pêşiya parlemana Brîtanyayê de May got çêkirina referandûma cara duyemîn dê helwesta neteweperestan li welêt bi hêz bike, her wiha diyar kir ku ew bawer nake ku piraniya perlemanê dixwaze fererandûmê pêk bînin. Her wih da zanîn ku dibe Yekitiya Ewropayê dema vekişîna Brîtanyayê dirêj neke li gorî xala 50’yan a hevpeymana Ewropayê. Eger ev xala hevpeymanê bê binpêkirin dê ev tişt li dijî encamên referandûmê be. May her wiha got ku ewê tu bacan ji welatiyên Ewropayê yên dixwazin li Brîtaniyê bimînin, naxwazin".

(k)