HDP’yiyan li ber Konseya Ewropayê dest bi çalakiyê kirin

Bi dehan parlamenter û hevşaredarên HDP'yî bi şiyara "Bila tecrîd bi dawî bibe û Leyla Gûven azad bibe", li ber Konseya Ewropayê dest bi çalakiyê kirin.

HDP’yiyan li ber Konseya Ewropayê dest bi çalakiyê kirin
22 ÇILE, 2019   09:56

NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan parlamenter û hevşaredarên HDP'yî ji bo balê bikişînin ser rewşa krîtîk a Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, bi şiyara "Bila tecrîd bi dawî bibe û Leyla Guven azad bibe" li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Fransa Strasburgê dest bi çalakiyê kirin.

Hevşaredar û parlamenterên sirgûnkirî jî di nav de gelek rayedarên HDP'ê û rêveberên partiyê li ber avahiya Konseya Ewropayê çalakiyê li dar dixin. HDP'yî di saet 08.00'an de li Boûlevard De I'Eûropeyê li hev civiyan û berdilkên (tîşort) bi zimanê Îngilîzî yên bi nivîsa "Tecrîdê bi dawî bikin, Leyla Guven rizgar bikin" li xwe kirin û dest bi çalakiyê kirin.

Wekîl, hevşaredar û rêveberên HDP'ê bi bîr xistin, Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven 76 roj in ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye û bang li Konseya Ewropayê kirin ku  bi lezgînî bikeve nava liv û tevgerê.

Di çalakiyê de drûşmên "Tecrîdê bi dawî bikin, Leyla Guven rizgar bikin", "Jin jiyan azadî" û "Azadî ji Leyla Guven re" hatin berzkirin. Her wiha wê daxuyaniyek ji çapemeniyê re bê dayin.

Wekîl û hevşaredarên ku mohra xwe avêtine binê bangawaziya li Konseya Ewropayê ev in:

Parlamenter: Ahmet Yildirim, Besîme Konca, Demîr Çelîk, Faysal Sariyildiz, Kemal Aktaş, Leyla Bîrlîk, Lezgîn Botan, Mehmet Emîn Adiyaman, Nûrsel Aydogan, Sîbel Yîgîtalp, Tûgba Hezer Ozturk.

Hevşaredar: Bûrhan Kocaman, Fatma Şik Barût, Firat Anli, Huseyîn Guneş, Leyla Îmret, Orhan Şansal, Veysel Keser.

Rêveberên partiyê: Fîlîz Koçalî, Alî Şîmşek, Emrûllah Bîngol, Hasan Vûral, Hayrî Ateş, Sabîha Gunduz, Îhsan Çelîk, Songul Çelîk.