‘Gelê Sûriyê bi çavbirçîbûna Osmaniyan dizane’

Jinên taxa Şêxmeqsûdê destnîşan kir ku Erdogan sedema sereke ya aloziya Sûriyê ye û got gelên Sûriyê dê bi hevgirtinê hemû planên nû yên Osmaniyan têk bibin.

‘Gelê Sûriyê bi çavbirçîbûna Osmaniyan dizane’
21 ÇILE, 2019   09:42

HENAN MIHEMED – ROZANA DADO/ HELEB

Gefên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Vê carê jî serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan lîstoka “herêma ewle” da destpêkirin. Erdogan hewl dide projeya Osmanî ya ku her car li berxwedana Kurd û gelê Sûriyê diqelibe, bi “herêma ewle” pêk bîne.

Jinên taxa Şêxmeqsûd destnîşan kir ku gelê Sûriyê çavbirçîbûnên Erdogan û armanca gefên wî baş pê dizane, ji ber vê ew li hember gefan hevgirtî ne.

Şêniya bi navê Şêrîn Elî wiha got: "Erdogan gefan li gelê Sûriyê dixwe, bi dagirkirina Bakur û Rojhilata Sûriyê dixwaze komkujiyan pêk bîne.”

Şêrîn diyar kir ku her çendî Efrîn hat dagirkirin jî, dê daxwaz û hewlên me yên ji bo rizgarkirina wê nesekinîn û wiha axivî: “Em ji hemû pêkhateyên gelên Sûriyê dixwazin li hember çavbirçîbûnên Erdogan li Sûriyê bisekinin.”

Şêniya bi navê Emîne Elo jî destnîşan kir ku armanca Erdogan ji dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zelal e, dixwaze komkujiyan pêk bîne, gelên ku rêya azadiyê di şoreşa Rojava de hilbijartine bikuje û wiha pê de çû: “Gefên wî hemû derew in. Dixwaze  bi rêya wan derewan êrîşên xwe li ser Sûriyê rewa bike.”

Emîne teqez kir ku gelê Sûriyê hevgirtî ye û çavbirçîbûna Osmaniyan dizane.

Şêniya bi navê Nesrîn Îbrahîm jî “herêma ewle” ku Erdogan qalê dike, wiha şîrove kir: “Erdogan sedema sereke ya wêrankirin û koçberkirina gelê Sûriyê ye, tenê xerabûnê  û cudahiyê di navbera gel de belav dike. Erdogan her demekê hewl dide parçeyekê ji axa Sûriyê qut bike, dagir bike da ku berjewendiyên dagirkirinê pêk bîne.”

(dh/bm)

ANHA