Zilma DAIŞ’ê û serpêhatiya jineke Êzidî

Jina Êzidî Îlham Dexîl Elî gelek caran rastî destdirêjiyê tê. Çeteyên DAIŞ'ê wê bi darê zorê dikin misilman. Çeteyên ku bi tirkî diaxivîn, bi hinceta ku zimanê kurdî zimanê “kafiran” e, nahêlin Îlham biaxive. Jina Êzidî di taritiya DAIŞ’ê de jiya, heta ku QSD’ê ew ji destê wan rizgar kir.

Zilma DAIŞ’ê û serpêhatiya jineke Êzidî
21 ÇILE, 2019   08:46

NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Hêzên tarî yên serdemê DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê kir. Hişmendiya desthilatdariya mêrserdest, berê xwe dabû Şengalê û yekem hedefa wan jinên Êzidî bûn. Bi hezaran jinên Êzidî revandin, serdema koletiyê dîsa vejandin, bi hezaran jinên Êzidî li bazaran firotin. Jinên warê Melekê Tawûs cara 74’an bûn qurbaniyên hişmendiya desthilatdariyê. Yek ji van jinan jî jina ciwan a bi navê Îlham Dexîl Elî (18) bû. Îlham tevî dayik û xwişkên xwe hate revandin.

Jina Êzidî di pêngava Bagera Cizîrê de ji aliyê QSD'ê ve hat rizgarkirin û ew radestî Mala Êzidî ya li Hesekê kirin.

Serpêhatiya biêş

Dema çeteyên DAIŞ’ê Îlham û malbata wê direvînin, wan dibin bajarê Mûsilê. Ew hefteyekê li Mûsilê dimînin. Piştî wê çete wê ji malbata wê diqetînin û dibin Reqayê.

Piştî ku hefteyeke Îlhamê temam dibe, wê difiroşin. Îlham dibêje ji ber ku çeteyan ew wek “kafir” didîtin, difrotin û pê bazirganî dikirin. Îlham cara yekem ji aliyê çeteyê bi navê Ebû Osman El-Cizrawî ve tê kirîn. Piştre ew çete wê difiroşe çeteyê bi nave Ebû El-Qada El Cizrawî. Îlham dibêje, Ebû El Qada bi jineke ciwan a bi navê Fatma re zewicî bû, lê Ebû El-Qaqa Fatmayê difiroşe çeteyekî din. Piştî ku Ebû El-Qada Îlhamê dikire, navê wê dike Meryem û bi darê zorê dike misilman.

Îlham heya 3 salan bi Ebû El-Qaqa re zewicî dimîne. Di dirêjahiya van salan de Ebû El-Qaqa ji carekê zêdetir dizewice û rojane li Îlhamê dixe û bi qamçiyan “ceza” dike.

Îlham îşkenceya ku çete Ebû El-Qada lê kirî, wiha vegot: “Carekê min mal dimalaşt. Ebû El-Qaqa gazî min kiribû, lê min dengê wî nebihîstibû. Hema hat û destê wî de şivek hebû. Her çend min jê re sond xwar ku min dengê wî nebihîstiye, lê li min xist, heta ku şiv li ser pişta min şikand. Ez çend rojan di nava nivînan de mam.”

Piştî ku pêngava rizgarkirina Reqayê dest pê dike, çete Îlhamê dibin bajarê Meyadînê. Îlham salek û nîv li wir dimîne. Ebû El-Qada di êrîşeke hewayî ya QSD’ê de tê kuştin.

Piştî kuştina Ebû El-Qaqa Îlham li gel hevjîna wî ya din dimîne. Vê carê jî birayê Ebû El-Qaqa, Basil ku ew jî çete bû, Îlhamê wek sebî dibe û gelek caran destdirêjiyê lê dike. Basil plana derketina ji bajêr dike, vê carê jî Îlhamê difiroşe çeteyekî bi navê Ebû Nede El-Şamî.

Çeteyên DAIŞ'ê bi hev re bi zimanê tirkî diaxivin

Îlham got ku çeteyan zimanê wê, bi hinceta ku zimanê kurdî yê “kafiran” e, qedexe kiribû û wiha pê de çû: "Çeteyan bi hev re bi zimanê tirkî diaxivî. Sînorên Tirkiyê ji wan re vekirî bûn û çete hemû bi rêya sînorên Tirkiyê derbasî Sûriyê dibûn."

Pêngava Bagera Cizîrê ew rizgar kir û ji nû ve vejand

Her ku çeteyan herêm winda kirin, ber bi Dêrazorê ve çûn. Çeteyan Îlham jî birin Dêrazorê. Piştî destpêkirina pêngava Bagera Cizîrê ya QSD'ê, hêzên QSD'ê Îlham û bi sedan sivîl rizgar kirin. Paşê Îlham radestî Mala Êzidî ya Hesekê kirin. Niha Mala Êzidiyan hewl dide wê bigihîne malbata wê.

Herî dawî Îlham spasiya şervanên QSD’ê kir û wiha got: “Wan ez ji kabûsa ku ez tê de dijiyam, xilas kirim.”

(şx/bm)

ANHA