Tevî mercên dijwar û metirsiyan sivîlan rizgar dikin

Tevî hewayê bitoz li herêmên Dêrazorê û mercên dijwar komên taybet ên QSD`ê sivîlan ji DAIŞ`ê rizgar dikin. DAIŞ sivîlan wek mertalên zindî bi kar tîne.

Tevî mercên dijwar û metirsiyan sivîlan rizgar dikin
21 ÇILE, 2019   08:32

DIYAR EHMO – HEMED EL-MSTEFA / DÊRAZOR

Pêngava Bagera Cizîrê di qonaxa xwe ya dawîn a tunekirina terorê de li berîka dawîn berdewam e. Çeteyên DAIŞ’ê hewl didin bi wesayitên bombekirî pêşketina QSD`ê asteng bike, lê şervan bi pêş ve diçin û êrîşan dişikînin. Her wiha rojane bi sedan sivîlan rizgar dikin.

Şervanê QSD`ê Îsa El-Xelef ê ji rojhilatê gundewarên Dêrazorê zelal kir ku QSD rojane bi pêş dikeve û bi sedan sivîlan rizgar dike. Komên endezyariyê mayinan radikin ku  DAIŞ’ê bi piranî li rêyan û malên sivîlan çandine ji bo ku sivîl ji herêmên wan neçin herêmên rizgarkirî.

‘Erka me ya pêşîn parastina sivîlan e’

Girêdayî mijarê şervanê QSD`ê Xalid El-Îbrahîm wiha got: "Erka me ya pêşîn parastina sivîlên ji çeteyan e ku gelek zirar dîtine. Piştî em wan rizgar dikin, em wan dibin kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêwîstiyên wan pêk tînin."

Fermandar Sebirî Hesekê jî wiha axivî: "Di vê qonaxê ya Bagera Cizîrê de me bi hezaran sivîl rizgar kirin. Carinan bi giran bi pêş ve diçin, ji bo ewlehiya sivîlan, ji ber ku çete wan wek mertalên zindî bi kar tînin."

(dh)

ANHA