600 sivîlên Dêrazorê hatin rizgarkirin

Piştî ku QSD`ê rêyeke ewle vekir, hejmarek ji şêniyên herêmên Hecîn û gundên wê gihaştin herêmên rizgarkirî.

600 sivîlên Dêrazorê hatin rizgarkirin
600 sivîlên Dêrazorê hatin rizgarkirin
21 ÇILE, 2019   08:18

DÊRAZOR

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê de li herêmên Hecîn û gundên wê dewam dike. Ji destpêkirina pêngavê ve hejmareke mezin ji sivîlan xwe gihand herêmên ku QSD`ê rizgar kirine.

Duh zêdetirî 600 sivîlên ji herêmên di bin kontrola DAIŞ`ê de gihaştin herêmên QSD`ê, piştî ku QSD’ê rêyeke ewle ji wan re vekir. Paşê hêzên QSD`ê erebeyên mezin anîn da ku koçberan bigihînin cihên ewle.

Endamê Meclisên Herêmî di Meclisa Sivîl a Dêrazorê de Mihemed Silêman Osman diyar kir ku piştî ku koçber gihaştin herêmên di bin kontrola hêzên QSD`ê de wan gelek erebe şandin ku wan bigihînin cihê ewle, hejmara koçberan 600 kes e, ji şêniyên El-Sûsê, El-Şefê û Baxoz Foqanî ne.

Osman destnîşan kir ku Meclisa Sivîl hemû pêdiviyên jiyanî pêşkêşî koçberan kirin û wiha domand: "Me hemû pêdivî û taybet pêdiviyên zivistanê mîna betaniyan dan koçberan. Piştî ku hemû pêdiviyên wan hatin peydakirin, em ê koçberan bişînin kampa Holê ku bêhtir alîkariya wan bê kirin."

Li aliyekî din tîmên taybet ên QSD`ê hewl didin sivîlên li herêmên El-Şefê, El-Sûsê û gundê Ebo El-Hesen ku şerên giran lê rû didin, rizgar bikin.

Koçberan diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê sivîlan wek mertalên zindî bi kar tînin.

Hêjayî gotinê ye ku QSD`ê heta niha bi hezaran sivîl rizgar kirin. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, heta niha 2 hezar û 200 kes hatine rizgarkirin û 700 sivîl di roja sêşema çûyî de û 600 koçber duh hatin rizgarkirin.

ANHA