Azadiya Welat arşîvên xwe diweşîne

Rojnameya Azadiya Welat ku ji girîngtirîn rojnameyên bi kurdî ye, arşîva xwe ji bo demekê diweşîne. Arşîvên rojnameyê di navbera 21’ê Çileyê roja destpêka weşanê ya Azadiya Welat û 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de dê li ber xwendevanan vekirî bin.

Azadiya Welat arşîvên xwe diweşîne
21 ÇILE, 2019   08:10

NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera e-rojname.com arşîvên rojnamameyên Welat, Welatê Me, Azadiya Welat, Dengê Welat, Rojev, Hawar, Rojeva Medya û e-rojnameyê diweşîne. Arşîvên rojnameyan dê di navbera 21’ê Çileyê roja destpêka weşanê ya Azadiya Welat û 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de li ser malperê ji xwendevanan re vekirî bin.

Malperê diyar kir ku bi boneya salvegera destpêka weşana Azadiya Welat dê arşîvên rojnameyên navborî werin weşandin û wiha hate gotin: “Ji bo neteweyan du tiştên herî girîng ziman û bîr in. Em dixwazin bi vê boneyê hem bîra xwe nû bikin, hem jî xwendevanên kurdî bikarin xwe bigihînin arşîvên van rojnameyan ku ji bo têkoşîna zimanê kurdî bûn qonaxên girîng. Ger em bikarin bi qasî dilopekê jî be menfaetekê bigihînin behreya zimanê kurdî, ev ji bo me şanazî ye.”

Azadiya Welat di 21’ê Çileya 1996’an de li bajarê Stenbolê dest bi weşana xwe kir. Beriya Azadiya Welat, rojnameyên Welat û Welatê Me dest bi weşanê kir lê ji hêla hikûmeta Tirkiyê ve di demeke kurt de hatin girtin. Azadiya Welat jî gelek caran hate girtin û bi navên Dengê Welat, Rojev, Hawar, Rojeva Medya û herî dawî jî e-rojname weşana xwe berdewam dike.

Xwendevan dikarin xwe li ser vê lînkê bigihînin arşîvê: https://e-rojname.com/belgedank/

ANHA