Li herêmên bêçek topbaran didome

Hêzên rejîma Sûriyê careke din aliyê bakur ê gundewarên Hemayê ku dikevin nava herêmên qaşo bêçek, ji aliyê hewayî û bejahî ve topbaran kirin.

Li herêmên bêçek topbaran didome
21 ÇILE, 2019   08:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku herêmên qaşo bêçek ên El-Teh ên gundewarên başûrê rojhilatê Idlibê, ji aliyê rejîma Sûriyê ve têne topbarankirin. Her wiha herêmên Merbeka û El-Letamne yên aliyê gundewarên bakurê Hemayê jî hatin topbarankirin.

Navendê diyar kir ku hêzên rejîma Sûriyê herêmên çiyayî yên bakurê rojhilatê Laziqiyê yên di nava herêmên qaşo bêçek de kirin hedef û balafirên şer li ser gundewarên Idlib û Hemayê digerin.

Balafirên ku hat gotin ên Rûsyayê ne, bi awayekî dijwar herêmên Cisir El-Şixûr û tevahî gundewarên rojavayê Idlibê bombebaran kirin.

(bx)