‘Em herêma ewle bi çavdêriya Tirkiyê napejirînin’

Rûspiyê Êla El-Demalîxa Ebdilrezaq Îsmaîl diyar kir ku gelê herêmê avakirina herêmeke ewle di bin çavdêriya Tirkiyê de napejirîne û wiha got: "Pêwîstî bi avakirina herêma ewle li Bakurê Sûriyeyê nîn e, madem herêm ewle ye û ji aliyê şêniyan ve tê parastin."

‘Em herêma ewle bi çavdêriya Tirkiyê napejirînin’
21 ÇILE, 2019   07:24

SELWA EBDILREHAMAN / MINBIC

Rûspiyê Êla El-Demalîxa li Minbicê Ebdulrezaq Îsmaîl li ser mijara avakirina herêmeke ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ajansa me ANHA'yê re axivî.

Ebdulrezaq wiha axivî: "Hin dewletên herêmê û navdewletî plan dikin herêma ewle ava bikin û dê di bin çavdêriya Trikiyê de be, lê em wek şêniyên herêmê vê planê napejirînin, ji ber ku zarokên me ev herêm bi xwîna xwe rizgar kirine."

Ebdulrezaq Îsmaîl bal kişand ser sedema avakirina herêma ewle û diyar kir ku madem herêm ewle û aram e, çi pêwîstî bi herêma ewle heye? Her wiha destnîşan kir ku tevahî herêmên rizgarkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê pêkhateyên wê ve têne parstin û pêwîst bi tu kesî nîn e ku wan biparêze.

Îsmaîl wiha domand: "Em di nava armanî û ewlehiyê de ne, rewşa li herêmê ji her alî ve baş e. Em bang dikin bila her kes were serdana herêmên me bike û rewşê bi çavan bibîne, bibînin çawa gel bi hev re dijîn, taybet li bajarê Minbicê."

Li ser hevpeymana navdewletî ya avakirina herêma ewle bi çavdêriya Tirkiyê, Îsmaîl destwerdanên derve û leşkerî di karûbarê Sûriyê de wekî bipêkirinekê li dijî xaka Sûriyê bi nav kir û got destwerdanên derve nûnertiya gelê herêmê nake.

Îsmaîl derbasbûna dewletekê li Sûriyê bêyî xwesteka gel bi dagirkerî pênase kir û wiha pê de çû: "Em dagirkeran li ser xaka xwe qebûl nakin, heger ji aliyê Tirkiyê ve an jî dewletek din be. Destwerdana leşkerî di Sûriyê de ne ji bo xelaskirina ji zilmê ye, lê belê bi xwe dagirkirin e. Wek gelê Sûriyê em dagirkeriyeke nû li ser xaka xwe ya rizgarkirî qebûl nakin, pêwîstiya me bi hêzên din tune ye ku me biparêze, em qebûl nakin ku herêmeke bi ewle di bin çavdêriya Tirkiyê de li herêmên me were avakirin."

Îsmaîl di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku hêzên leşkerî, ewlehî û rêveberiya sivîl a Minbicê nûnertiya gel dikin, ji dema ku herêm ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin ve şênî herêmê bi rê ve dibin, tenê gel dikare der barê herêmên xwe de biryaran bide.

(dh) 

ANHA