Çeteyê DAIŞ'ê yê ji Pakistanê: Em di nav Tirkiyê de wek hêzên birêxistinkirî tev digerin

Îtîrafên endamên DAIŞ'ê yên girêdayî jêderên desteka wan û rêbazên tevgera wan roj bi roj zêde dibin û rastiya têkiliyên hikumeta AKP'ê û îstixbarata wê bi DAIŞ'ê re dertên holê. Çeteyê DAIŞ'ê yê bi eslê xwe ji Pakistanê bi navê Ebû Înam El-Mihacir di hevpeyvîneke li gel ajansa me de qala toreyên DAIŞ’ê yên li Tirkiyê kir.

Çeteyê DAIŞ'ê yê ji Pakistanê: Em di nav Tirkiyê de wek hêzên birêxistinkirî tev digerin
21 ÇILE, 2019   06:50

ALAN ROJ / NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) di şerê dawîn de li dijî berîka dawîn a DAIŞ'ê li berava çemê Firatê bi deha endamên DAIŞ'ê girtin û komên din jî xwe radestî QSD'ê kir. Fedil Ebdulrehman Ebdulmecîd ku bi navê Ebû Înam El-Mihacir tê naskirin, ji bajarê Lahor ê Pakistanê ye û di sala 1971’an de ji dayik bûye. Ebû Înam kemîn ji koçberên sivîl re yên ku ber bi herêmên QSD'ê ve direviyan, amade dikirin. Di encama tengavkirina tevgerên wan de ji hêla QSD’ê ve, gelek ji wan neçar man xwe radestî QSD'ê bikin.

Ebû Înam ji malbateke dîndar e ku li bajarê Lahor dimîne. Di refa (pol) dehan de xwendinê terk dike û li gel xizmên xwe di bazirganiya hesin de dixebite. Bi 3 jinên ji Pakistanê re zewicî ye. Tev li rêxistina 'Leşker Tîba' ya Keşmîrê dibe û li dijî artêşa Hindistanê heya salekê şer dike, piştre vedigere Pakistanê.

Çûyîna Tirkiyê û ragihandina xîlafeta DAIŞ'ê

Di şîrovekirina detayên çûyîna wî ji Pakistanê ber bi Sûriyê ve, çeteyê bi navê Ebû Înam dibêje ku wê demê kesek bi navê Ebdulsetar nas dike. Li gorî Ebû Înam, Ebdulsetar ji Pakistanê ye û wek koordînatorê DAIŞ'ê dixebite û endaman tev li rêxistinê dike. Ebdulsetar belgeyên pêwîst ji bo derketina Ebû Înam ji Pakistanê ber bi Tirkiyê ve amade dike û jê re diyar dike ku dema digihîje Tirkiyê dê komek wî wergire û wî veguhêzin noqteyên rêxistinê beriya ku bişînin Sûriyê.

Fedil Ebdulrehman wiha got: "Di sala 2015'an de pitşî ku min tevahiya karên xwe amade kirin, bi balafirê ez çûm Tirkiyê. Dema ez gihaştim Tirkiyê, kesek ez wergirtim, piştre yek bi telefonê bi min re axivî û got ew ê min bibin Edeneyê. Bi rastî jî em çûn Edeneyê.”

Çete Fedil Ebdulrehman hebûna toreyên DAIŞ'ê li Tirkiyê tekez dike û dibêje ku ew bi awayekî zêde û birêxistinkirî tev digerin. Beriya vê ajansa me li gorî îtîrafên çeteyên DAIŞ'ê û belgeyên di destê me de, noqte û navendên DAIŞ'ê li Tirkiyê û mekanîzmaya tevgera wan eşkere kiribû. Fedil Ebdulrehman ku bi navê Ebû Înam El-Mihacir tê naskirin girêdayî navenda wan a li Edeneyê û mekanîzmeya tevgera wan wiha got: “Wek komek em ji Stenbolê hatin Edeneyê. Piştre di maleke mezin de em dabeş kirin. DAIŞ wek artêşeke birêxistinkirî tev digerî û ji ber hêsanbûna tevgera wan, mîna ku em li herêmên wan in, em matmayî diman. Ji ber ku em nû bûn, her tim em tehdt dikirin eger tiştên ku ji me dixwazin em pêk neynin, dê agahiyan bidin dewleta Tirk. Her tişt ji me re pêşwazî dikirin da ku em dernekevin derve.”

Girêdayî derbasbûna wan ji Sûriyê re û hêsankirina artêşa Tirk derbasbûna komên çete yên ji Sûriyê re Fedil Ebdulrehman wiha domand: "Bi rêya erebeyan em ji Edeneyê veguhestin sînorên Sûriyê.  Em komek ji 50 kesan bûn. Di nav me de malbat jî hebûn. Em ranawestiyan û kesekî erebeyên me nesekinandin an jî tiştek ji me pirs nekir. Rê mîna ku veguhestina ji bajarok ber bi bajarokê din ve bû. Em pê nehesiyan ku em derbasî Sûriyê bûne. Tenê dema em gihaştin El-Raî, wê demê me zanî ku em li Sûriyê ne. Komên din ên ku derbasî Sûriyê bûne, ji me re gotin artêşa Tirk ji wan re rêyên derbasbûna sînor ronî kirine.”

Di nav herêmên DAIŞ'ê de di sererastkirin û çêkirina çek û hesinan de kar kiriye

Ebû Înam ji Raî diçe Reqayê, piştre di nav koman de diçe Mûsilê. Li wir hemû belge û nasnameyên xwe radestî rêxistinê dike û xwe li navendên rêxistinê ji ber ku mihacir e, tomar dike. Li gorî gotinên wî, derdora salekê li Mûsilê dimîne û tev li dewreyên olî û leşkerî dibe. Paşê tê Reqayê. Ji ber hindek nexweşiyan di çêkirin û sererastkirina çekên şer de ferza wî li Reqayê çêdibe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyê bi navê Fedil Ebdulrehman Ebdulmecîd ku bi navê Ebû Înam El-Mihacir tê naskirin, tevî komek ji 5 endaman di encama kemîna QSD'ê de di 6’ê Çileya 2019'an de xwe radestî QSD'ê kir. Li gorî Ebû Înam, erka wê komê ew bû ku koçberên sivîl ên ku ber bi herêmên QSD'ê ve direvîn, bişopînin û rê li pêşiya wan bigirin. Ji aliyê xwe ve QSD'ê di dirêjahiya rêyan de ji bo parastina sivîlên koçber kemînan çêdike.

(şx)

ANHA